Dibêjin gur, bi çavên xwe ve marûf û navdar e. Çavê wî/ê tûj e. Çi tarî, çi mij ferx nake; her çi taluke hebe ji her tiştê hayîdar e. Li ser axê an jî di bin axê de çi nêçîr li dora wî/ê li şûna xwe bilive an jî bimeşe, fermana mirinê ye, ji ber ku guro çav vekirî ye, dê bibîne. Her tim li ser pî ye. Xwe dirêj bike jî di rastiyê de ew li ser pî ye. Tu car xwe bernade.  Xew nake û ranakeve. Biçe xewê jî şiyar e. Armanca xwe bi tu awayî wenda nake, ji bîr nake. Çavên xwe nagire. Guhên xwe timî wek misogerî ya jiyana xwe vekirî dihêle. 

Bi rastî ditirse. Ji pirçekî xwe heta hucreyên xwe yên herî biçûk tirsonek e. Her kî ji hêza xwe nizmtir bibîne diçe ser, her kî ji hêza xwe mezin bibîne direve. Heke îmkan hebe ji hêzdaran re xwe dizeliqîne; her ku derfet dît jî yên ku ji xwe nizmtir û qelstir dibîne ji wan re îmkaneke bêhngirtinê jî nade, di navbera çirkekî de dixeniqîne. Bi vî hawî jiyana xwe bi rê ve dibe. Jiyana wê/î li ser tirsonektî û bêwîjdaniya wê/î dameziriye. Ger pîvaneke jiyana xwe ji bîr bike, ji xwe re jî mafa jiyînê nade, ev pîvan ji bo gur hebûn bixwe ye û xwe jî jê re razî ye.

Dibêjin rûvî, bi quretiya xwe ve marûf û navdar e. Çav, guh, poz û temam serê wê/î her tim bi liv û liv e. Tu car li şûna xwe nasekine. Aqilê wê/î her tim dişixule. Li dora xwe dinêre û tenê li dora rojê ye. Ew roj ji xwe re nêçîrek dît dît, nedit jî nasekine. Serê wê/î her tim bi planên cûrbecûr rex tijî ye. Di heman demekî de çendîn plan di nav serê wê/î de dilive û dilerize, lê tu yek jî ji yeka di hayîdar nîn e. 

Wek tê zanîn boçikdirêj e... Peşgotineke Tirkî heye, dibêjin: “Di nav seriyekî de çil rûvî baz bide jî, tu boçika yekî rastî yeka din nayê”. Bi rastî jî wisa ye... Plansaz e. Dixapîne; tu ajalek, heta tu însanek jî nikare xwe ji plansaziya wê/î biparêze. Ew rûvî ye, ji bo berjewendiya xwe tiştê ku neke, nîn e... 

Gurê Rojhilata Navîn, vaye 700 sal jî zêdetir e bela serê gelan e. Her bi qetlîam, her bi komkujî, her bi tarîtiyê ve tevdigere û bi van marîfetan bi şiklekî xwe îdare dike û desthilatdar e. Lê di nav gelan de, taybet jî di nav gelê bindestan de ji gelek rûviyan rûviyek derketiye, boçika xwe bi hostatiyê ve ba dike, dilivîne û li ser gelan dipêçîne, berjewendiya xwe ji hevkarî ya gurê re girê dide, wisa dibîne û şirîkatiyeke kotîtiyê ava dike, lê haya xwe ji xwe nîn e. Lê gel jî ne bêçare ye; bi baweriya min bi tu şiklî ev şirîkatiya tarîtî û kotîtiyê bi rê ve naçe.