Jiyanek tije êş
Bi rûyê xwe yê qermiçî, porê xwe yê hinekirî û kûrahiya çavên xwe bala mirovan dikşîne. Pîra Gurcî mîna bi hezaran zarokan di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin. Dibêje dema hatiye zewicandin wê nedizanî zewac çiye. Hevserê wê Îzzeddîn Alî Mahmûd ji ber ku kurê wî çê nebûye, piştî pênc zewacan pê re zewiciye. Ev daxwaza hevserê wê ya çêbûna kurekî, mîna hevserên wî yên din li gel pîra Gurcî jî çê nebû. 8 keçên wê çê bûne, sê jê di dema çêbûnê de mirine. Xetên li rûyê wê kûr bûne. Pîra Gurcî bi zirkeça çavên wê nabîne û keça xwe re ji bo bijîn li ber xwe dide.
Pîra Gurcî bi gopalê xwe û dikana ji çend metrekareyî, ku parçeyek ji mala wê ya ji kerpîç e, hewl dide debara mala xwe bike. Ji ber ku dizan deriyê text şikandine û ketine hundir, deriyekî din ê ji hezin li dikanê hatiye çêkirin. Li dikana ji refên ji text, dezgeheke biçûk, çend qutiyên çîkolata, şekir û benîşt hene. Li aliyekî çend qutiyên êlavan, li aliyê din jî çend şarpeyê jinan hene. Ji nava dikanê ber bi hewşa malê deriyekî metreyekî bilind hatiye vekirin. Pîra Gurcî naşibe dikandareke ji rêzê, dikana wê jî ne dikaneke ji rêzê ye.
Ew û wicdana xwe
Hevserê pîra Gurcî Îzzeddîn Alî Mahmûd beriya 15 salan miriye û ji wê rojê ve bi keça xwe re debara xwe dike. Lê belê pîra Gurcî dema vî karî dike, bi pirsgirêke cidî rast tê. Ew bi xwe pereyan ji hev dernaxe. Ji ber vê yekî kî çi dibe, di berdêla wê de çi bide, ew e. Carna kêm pereyan jî didin wê. Dema em jê dipirsin ka çawa bi vî rengî dikare dikandariyê bide, dibêje, “Ez buhayê alavên difiroşim dizanim. Lê ji ber ku pereyan nas nakim, nizanim ka çiqas pere dane min. Ez jî ji wicdanê wan re dihêlim.”
Gopal ji dest nakeve
Gopalê pîra Gurcî qet ji dest danayê. Carna jî ji bo berde zarokên li kolanê, bikar tîne. Zarok jî fehşet in û hez dikin pîra Gurcî mijûl bikin. Pîra Gurcî dibêje ku wê çar keçên xwe zewicandiye, lê belê ew bi tenê dikarin debara xwe bikin. Pîra Gurcî diyar dike ku tengaviya wan a herî mezin korbûyîna zirkeça wê ya 65 salî ye, lê belê dibêje qet nebe bêyî destê xwe li ber kesî veke, ew debara xwe dikin. Pîra 84 salî hem li zirkeça xwe ya kor hem jî li keça xwe dinihêre. Rûyê wê her tim bi ken e. Mîna dikana xwe li hemberî demê li ber xwe dide.
ANHA/AMÛDÊ