Gerîlayên HPG/YJA Starê li Qilabanê li hemberî yekîneyên artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 tank û 3 kepçe hatin rûxandin, zêdeyî 40 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û şerê qewimî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, roja 28’ê Gulanê saet 12:00´an gerîlayan li hemberî artêşa Tirk a li derdora girên Şehîdan û Omerya yên li navçeya Şirnexê Qilabanê bi cih bûyî, çalakiyeke berfireh li dar xistiye. HPG dide zanîn ku li girên Şehîdan û Omerya gerîlayan derbên giran li artêşa Tirk xistine û di encamê de ji zêdetirî 40 eskerî hatine kuştin û 2 tank û 3 kepçe jî bi temamî hatine îmhakirin. HPG´ê wekî din da zanîn dema agahî zelaltir bûn ew ê daxiyaniyeke berfireh derbarê çalakiyê de bide.
YJA STAR´ê li Amedê li artêşa Tirk xist
Di dewama daxuyaniyê de wekî din hat gotin, 28’ê Gulanê, gerîlayên YJA Starê li hemberî Tabûra Jendermeyan a Navçeya Amedê Licê, çalakiyên sûîqestê pêk anîne û di encama van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
Heman rojê komeke din a gerîla ber êvarkî li hemberî qereqola Şêx Cûma ya Bedlîsê çalakiyeke sûîqestê pêk tîne, di encamê de eskerek tê kuştin.
Şerê qirêj ê dewleta Tirk
HPG´ê derbarê kuştina keyayekî navçeya Mêrdînê Rişmilê de jî got, dewleta Tirk, AKP hewl didin kuştina keya Mehmet Acû bixin stûyê hêzên wan, lê belê ev ne rast e û karekî şerê qirêj ê dewleta Tirk e û weha dewam kir: “Ev bûyera ku ji aliyê medya şerê taybet ve gelekî tê bikaranîn, lîstikeke erzan e. Weke ku ji nivîsa ‘PKK/YPG’ ya li cihê bûyerê hatiye nivîsandin jî tê fêmkirin, ev dezgeheke erzan e.
Bi vê provokasyonê re, berxwedana mezin a li Bakurê Kurdistanê hedef tê girtin. Artêşa TC a li Mêrdînê li pêşberî şerê berxwedana mezin a gerîlayên me derbên giran dixwe û her têk diçe, li pêşberî sekna serketî ya gelê me ya di berxwedana xweparastinê de, planên zexel û kirêt xistiye dewrê. Bi rêya provokasyonan hewl dide têkçûna xwe binixumîne û rewşê bi kêrî xwe bîne.”
HPG´ê di dewama daxuyaniyê de cerdevanên li navçeya Wanê Ebexê hişyar kirin ku ev cerdevan tevî artêşa Tirk tevdigerin û hewl didin herêmên hêzên gerîla lê, tesbît bikin. HPG´ê xwest ev cerdevan tavilê destji van kirin û hewldanên xwe berdin.
NAVENDA NÛÇEYAN