
Li Şemzînanê di çalakiya gerîlayên Kurdistanê de herî kêm 20 eskerên Tirk û cerdevan hatin kuştin û birîndarkirin.
Gerîlayên HPG’ê li benda ewlekariyê ya qereqola Bêsosin ya li Şemzînanê xist. Di çalakiyê de herî kêm 20 esker û cerdevan hatin kuştin û birîndarkirin. Wekî din, artêşa Tirk neçar ma xwe ji çeperên li ser girê Koordîne yê Çelê vekişîne.
Gerîlayên HPG’ê, doh berê sibehê li benda ewlekariyê ya qereqola Bêsosinê ya li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrgê xist. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên deverê, di encama vê çalakiyê de herî kêm 20 esker û cerdevan hatin kuştin û birîndarkirin. Wekî din, artêşa Tirk neçar ma xwe ji çeperên li ser girê Koordîne yê Çelê vekişîne.
Li hemberî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a ku ji bo dagirkirina herêma Adilbegê hatiye destpêkirin jî, gerîlayên HPG’ê çalakî li dar xistin.
Nûçegihanên ANF´ê yên li herêmê li ser çalakiyê agahî dan û gotin, herî kêm 20 esker û cerdevan hatine kuştin û birîndarkirin.
Şerê ku piştî çalakiyê dest pê kir demeke dirêj bi dijwarî dewam kir û balafirên şer ên Tirk bombe li herêmê barandin.
Artêşa Tirk a derb xwarî, her wiha bi obus û hawanan topa avêtin herêma li ser sînor.

Eskerên li Girê Koordîne reviyan
Nûçegihanên ANF´ê her wiha ragihandin ku artêşa Tirk, çeperên xwe yên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê, terikandine.
Hat ragihandin, eskerên Tirk ên dagirker cebilxane û maşînên xwe yên eskerî li şûna xwe hiştine û gir terikandine. Gerîlayên HPG’ê jî bi roketan ev çeper û alavên leşkerî yên li ser gir îmha kirin.
Heta saeta ku me nûçe amade dikir, HPG´ê hîna daxuyaniyek der barê çalakiyê de nedabû. Lê ya eşkere ew bû ku derbeke mîna derbên Ristemê Zal li nav ser û rûyê artêşa Tirk a dagirker xistibû. Lewma ji mêj ve ye ku heman artêşê wendahiyên xwe yên beramberî gerîla vedişartin, lê vê carê, nekarî geekanb veşêre û îdîa kir ku di çalakiya gerîlayan de 6 esker û 2 cerdevan hatine kuştin.
ANF / BEHDÎNAN