Nivîskar 8 salan li Agirî û gundên derdora wê geriya û çîrokên Kurdî berhev kirin. Pirtûk ji aliyê berhevkirina çîrokên Kurdan ve, yek ji pirtûkên herî berfireh e.
Oner demeke dirêj li ser Berxwedana Agirî lêkolîn kir, li gundan bi şahidan re hevpeyvîn kir. Lê belê piştî demekê, ji ber ku pirraniya şahidên Berxwedana Agirî wefat kirin, li gundan vê carê li çîrok û gotinên pêşiyan guhdarî kir. Di encama karekî 8 salan ê bi tenê de Oner 100 çîrokên gelê Kurd, bi hezaran gotinên pêşiyan û destan berhev kirin.
Pirtûka “Mîrza Mihemed” ji 264 rûpelan pêk tê. Nivîskar bi ti awayî zimanê orjînal ê çîrokan neguherandiye. Nivîskar dibêje, “Çîrok bi çi rengî ji aliyê çîrokbêj ve hat vegotin, min bi heman rengî weşand. Min bi ti rengî ziman neguhert.” 


AGIRÎ