Ev gustîlka zêrê xwerû bi mezinahiya xwe û bi hunerê xemla xwe yekane ye. Li ser çar rûyên serê gustîlkê yê çargoşe yê dikare bê zivirandin tîmsehek, dûpişkek, şêrek û navê tacîdarkirina Horemheb, Firewinê dawî yê xanedana 18´an a Misra kevin hene.
Hikimdariya Horemheb dawî li xanedana 18´an anî; tevî ku zêde tişt di biwara vî melikî de nayîn zanîn jî, tê zanîn ku di bin hikmê firewinê navdar Tutankhamûn de ew fermandarekî eskerî yê gelekî serketî bû. Wî li dijî reformên beriya xwe siyasetyeke tinekirinê serketî meşand, lê belê ji ber ku zarokên wî ku karibin bibin warisê w nebûn dawî li xanedanê hat. Ev gustîlk li muzeya navdar a Parîsê Le Louvre tê pêşandan.
PARÎS