Hevseroka Giştî ya KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ragirtî ye. Rûniştina 4’emîn a doza guven li 9.Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leyla Guven, ji ber ku ferzkirina kelepçeyê qebûl nekir, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê neanîn rûniştina dadgehê. Leyla Guven bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştina çaremîn a doza xwe ya li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bû.

Guven diyar kir ku ji ber ku dadgeriya Tirk biryarên derveyî hiqûqê didin, ew ê tevlî rûniştinan nebe.

Hewce bike wê bibe rojiya mirinê

Leyla Guven da zanîn ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, wê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got, “Ev tecrîd ne bi tenê li ser kesekî, li ser gelekî tê kirin. Ez parçeyekî vî gelî me û ji ber vê, ez vê çalakiyê didim destpêkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Saziyên darizandinê heta ku biryarên xwe yên derveyî hiqûqê bi dawî bikin û tecrîd were rakirin ez ê çalakiya xwe bidomînim. Hewce bike, ez ê çalakiya xwe bikim rojiya mirinê.”

 

ANF/AMED