5 saziyên mafên mirovan ên li Amedê, diyar kir ku çalakiya Leyla Guven mafdar e û di çarçoveya hiqûqa mirovî de ye û xwestin daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Odeya Tebîban a Amedê û Komeleya Însiyatîfa Maf a Amedê bi boneya balê bikişînin ser rewşa ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ev 79 roj in di greva birçîbûnê de ye, li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist.
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun daxuyaniya hevpar xwend. Zeytun bi bîr xist ku ji bo tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe, Leyla Guven û girtiyên siyasî dest bi grevên birçîbûnê kirine. Wî da zanîn ku siheta Guven êdî gihiştiye wê rewşê ku Guven êdî dermankirinê qebûl neke.
Zeytun da zanîn ku li girtîgehên cuda zêdeyî 250 girtiyên din jî bi daxwaza Leyla Guven di greva birçîbûnê de ne û wiha peyivî: “Li hin hepsan bi gelek girtiyan re pirsgirêkên sihetê çêdibin. Ji ber greva birçîbûnê li hin hepsan rêveberî pêkanînên wek cezakirinê jî li girtiyan dibirin. Bi çalakiyan re binpêkirina mafan jî dikeve rojevê.”
Wê neyê telafîkirin
Zeytun li ser rewşa Guven jî got, “Rewşa tenduristiya wê ketiye merhaleyeke krîtîk. Gelek nexweşîn li Leyla Guvenê peyde bûne. Di nava 10 rojên dawî de agahiya înfeksiyonê jî gihîştiye ber destan. Ji ber rewşa tenduristiyê ev 15 roj in bi Guven re hevdîtin pêk nehatiye. Di encama vê rewşa giran de rewşeke telafiya wê ne mumkin wê derkeve holê.”
Daxwazên Guven qebûl bikin
Zeytun bal kişand ser daxwaza Leyla Guven û got, “Daxwaza Guven di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de daxwazeke mafdar e. Em jî wek saziyên mafên mirova eşkere dikin ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li gel wî, binpêkirina mafan e. Di heman demê de ev tecrîd li dijî destûra bingehîn aTirkiyeyê ye.”
Zeytun diyar kir ku ew di serî de bang li Wezareta Dadê û hemû rayedarên hikûmêtê û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî dikin û got, “Ji bo daxwazan bikevin nava hewldanan.”
MA / AMED