Demirtaş ji bi nameyeke ji PE û MPKE´yê re xwest ji bo pêkhatina daxwazên rewa yên çalakgerên greva birçîbûnê ya ji destê wan tê bikin da ku aştî, îstîqrar û aramî li Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê bê xurtkirin.
Hevseroka CDK´ê û Parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 105´an de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bê dem û nedorveger dewam dike. Doh parlamentera Parlamena Ewrûpayê ya Îrlandayî, Martina Anderson çû serdana Guven û ev peyam piştî hevdîtinê da: “Ez ji gel Leyla Guven heta bibêjî bes, bi fikar, lê di asta herî jor de jî, di rewşeke bi kelecan û îlhamgirtî de veqetiyam.”
Hevserokê berê yê HDP´ê yê girtî, Selahattîn Demîrtaş jî ji bo Leyla Guven ji Parlamena Ewrûpayê (PE) û Meclîsa Parlamenter a Komîsyona Ewrûpayê (MPKE) re name şand.
Parlementera Parlamena Ewrûpayê ya Îrlandayî Martina Anderson, li mala wê çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan ev 105 rojin di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye.
Dilşikestî û bihêz
Anderson piştî serdana Guven, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Ez ji gel Leyla Guven a 55 salî ya di gireva birçîbûnê de, heta bibêjî bi fikar, lê di asta herî jor de jî, di rewşeke bi kelecan û îlhamgirtî de veqetiyam. 104 (îro 105) rojên birçî! Pirr dilşikestî, lê pirr jî bihêz xuya dikir. Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, dikare tenê li gorî qanûnên xwe grevên birçîbûnê û tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bi dawî bike. Ocalan 70 salî ye û ji 20 salan zêdetir e girtî ye.”
Ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name
Hevserokê giştî yê berê yê Selahattîn Demîrtaş ê girtî, ji bo Leyla Guven ji PE û MPKE’yê re name şand. Demîrtaş di nameyê de got, “Ji bo bidawîanîna greva birçîbûnê, divê demildest ev daxwaza rewa bê bicihanîn û ez bawer dikim ku ji bo vê hûnê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin.”
Demîrtaş, bi armanca balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven ku zêdetirî 300 girtî jî dewam dikin, ji endamên PE û MPKE´yê xwest tesîra xwe bi kar bînin.
Daxwazeke rewa ye
Demîrtaş di nameyê de got, “Hevala min a parlamenter, Birêz Leyla Guven ku endameke Parlamenta Tirkiyeyê ye, di dema nivîsandina vê nameyê de bû 104 (îro 105) roj ku di greva birçîbûnê de ye. Tevî wê li girtîgehan û li derve nêzî 320 kesî di greva birçîbûnê de ne.
Yekane daxwaza hevalên min ên di greva birçîbûnê de û li ber mirinê, bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan e; û ev yek wê rê li ber serweriya hiqûqê, atmosfereke aştî û diyalogê li Tirkiyeyê veke.
Ev daxwaza mafdar, hiqûqî û rewa daxwazeke, rasteqîn e ku hem li Tirkiyeyê, hem li Sûriyeyê, hem jî yekser li Ewrûpayê wê ewlekarî, aramî û îstiqrarê xurt bike.
Hûnê ya ji destê we tê bikin
Bi sedan mirovî di oxira aştî û demokrasiyê de dawiya wî mirin jî be, ketine greva birçîbûnê. Bi milyonan mirov jî piştgiriya wan dikin. Ez bawer dikim ku hûn ê vê qîrînê bibihîzin. Ji dil bawer dikim ku ji bo ev mijar bikeve rojeva raya giştî, ji bo dawî li grevên birçîbûnê bê anîn û tavilê bersiv ji van daxwazên rewa re bê dayin, çi ji destê we bê hûn ê bi derfetên xwe hemûyan bibin alîkar.”