Weşanxaneya Lîsê 3 pirtûk nû wergerandin Kurmanciyê ku yek ji wan a teoriyê ye û 2´yên din jî roman in.Wergera wêjeyî, wergera pexşan û şiira afirîner e. Bi vî rengê xwe ew bi ferd û civakan re dibe alîkar ku li hawîrdor, civak û jiyana xwe serwext bibe, ji wan fêm bike. Di heman demê de ew rohniyê li wan civak, ziman û jiyanan dike ku wekî din wê li zimanan reştariyek bin, heta reşikeke şevê bin ku jê bitirsin. Wekî din jî ji bo zimanên mîna Kurmanciyê û wêjeya wê, werger derfeta xwe gihandina minaqeşeyên aktuel ên wêjeyî.
Weşanxaneya Lîsê sê pirtûkên wergerê yên nû li pirtûkxaneya Kurdî zêde kirin. Kîtêbên ku nû çapbûne, du jê roman in, û yek jî jê teorî ye.
Kîtêba “Rizgarkirina Hiş ji Mêhtingeriyê” ya nivîskarê Kenyayî Ngugiĩ wa Thiong’o ye ku Fexrîya Adsay ji Îngîlîzî wergerandiye. Nivîskar ji bo vê kîtêba xwe dibêje: “Ev kitêb parçeyek e ji nîqaşa li seranserî parzemînê ya li ser qedera Efrîkayê.” û wiha pê de diçe: “Ev kitêb kurteyek e ji hin mijarên ku ez di bîst salên dawîn ên pratîka xwe ya di honak, şano, rexne û fêrkirina wêjeyê de bi hewaseke mezin di nav de me. Ji bo kesên ku ev kitêbên min Homecoming (Vegera Malê), Writers in Politics, Barrel of a Pen û heta Detained: A Writer’s Prison Diary xwendibin, dibe ku bi wan re hesta déjà vu çêbe. Bertekek wisa wê ji rastîyê ne dûr be. Lê ew dersên ku ev kitêb xwe dispêrê wan, şens da min ku hin pirsgirêkên sereke yên di wêjeyê de ku ez li vir û di berhemên berê û hevpeyvînan de qal dikim, bi awayekî bi hev ve girêdayî û lihevhatî bi ser hev ve bikim.”
Romeneke dîstopîk
Her du kîtêbên din jî roman in, û ji alî Salih Agir Qoserî yek jê ji Îngîlîzî yek jê ji Swedî hatine wergerandin. Romana “Kallocain” ya Karin Boye ku ji Swedê ye, weke romanên George Orwell 1984, Çewlîka Heywanan, Aldous Huxley Cîhana Nû ya Wêrek, Yevgenî Zamyatin Em û hwd. romaneke dîstopîk e. Her wiha weke wan di navbera her du şerên cihanê de, wê dema ku ewrên reş xwe girtiye ser mirovahiyê, hatiye nivîsîn.
Naveroka romanê bi kurtahî wiha ye: “Hemû welatîyên Dewletacihanê di bin erdê de dijîn û ji bo dewletê dixebitin. Nirxê herî mezin, dewlet e; hemû mirov û hemû tişt ji bo dewletê ne. Daxwaza jîyaneke xwezayî û fikrên muxalîf, xayîntî ye.
Ji bo eşkerekirina sûcê fikrê, kîmyager Leo Kall maddeyeke bi navê kallocain diafirîne. Kesê ku kallocain lê dikeve, hemû tiştên xwe yên veşartî, xewn û xeyalên xwe eşkere dike. Bi vî awayî gelek “sîxur û xayîn” tên eşkerekirin, lê fikir û hestên xwezayî, yên ku qet ji holê nayên rakirin jî eşkere dibin... “
“Zilamê Mirî” ya Dawîd Herbert Lawrence
Romana dî jî “Zilamê Mirî” ya Dawid Herbert Lawrence yê Îngîlîz e. Lawrence di vê berhemê de, derbarê bawerî, mirin, jiyan, jin, mêr, evîn, ax û gelek tiştên din de mirovan hişyar dike. Ne tenê hişyarkirin, mirovan dihejîne û rastiya jîyanê li ber çavên mirov radixe.
Vegotinên derbarê Îsa de çawa li cîhanê belav bûne, Lawrence bi awayekî metaforîk vedibêje. Zilamê mirî ji mezel radibe, hin caran weke fîgurekî mîtolojiya Grêkî hin caran jî weke yê mîtolojiya Misir û Roma li cîhanê digere. Hin caran mirî ye dûrî jiyanê ye, hin caran jî ji mirovên zindî bêtir di nav kelecan û keftûlefta jiyanê de ye.
AMED