Bêguman gunehên rengan tune, tenê teyisandina tirêjê ronahiyê ne. Lê ew gelek caran wek şibandin, sembol, yan jî destnîşankirina dirûv û naveroka tişt û diyardeyan jî tên bikaranîn. Her rengekî tiştek sembolîze dike: Mînak “tirkên spî,” spiyên ji qirêjiyê çêdibin, reş tarî, belek û reşbelek, kûçikê reş, kûçikê spî û kûçikên reng tarî ûhwd. Di sêpiya siyaseta dagirkerên tirk de du reng hene. Tirkên spî CHP, tirkên reş/ roma reş AKP û kûçikên reşbelek MHP ango xwînxwarî û tevliheviya herdu rengan.
Li Anatolya berê bi navê tirk neteweyek tunebû. Yorikên bi tirkî diaxivîn eşîrên koçer û ji normên netewbûnê dûrbûn. Gelo ew jî tenê bi awayê reş û spî difikirîn, vê nizanim. Tiştê tê zanîn; nijadperestên mîlîtarîst yên ji nava artêşa osmaniyên talanker hatibûn, li ser xwîn, talan, tehcîrê berê dewleteke xwînîn avakirin, li pey jî bi rêya bişaftin û kotekê neteweyeke li gor mînaka alman nijadzir afirandin. Arvanê hevîrê vê neteweyê bi giranî zivronek (devşîrme) bûn. Ziya Gökalp, Mehmet Akîf Ersoy, Înonu, Mustafa Kemal Celal Bayar û.. tev de bîyanî û mîlîtarîst bûn. CHP jî bi destê zivronek, mîlîtarîst, kolonîzator û nijadperestên wek Kemal û Înonu hate damezirandin. Kujeriyên li Kurdistanê wek Koçgîrî, di dema serhildana Şêyx Saîd de, Sason, Agirî û Dêrsim bi bîrdoz, organîze û fermana CHP pêkhat.
Di bingehê dewleta tirk de du rengên xwînîn hene. Yek nijadperestî, yek jî îslamîstî ye. li gor rewşê herê carê rengekî derdixe pêş. Hemû cûntayên leşkerî ji bo rêdayîna van rengan bû. Ev rengana di dema damezirandina vê dewletê de zelal bû. Mînak kesên wek Mehmet Akîf Ersoy, Fewzî Çakmak, Kazim Karabekîr nûneriya baskê îslamîst, Înonu û Mustafa Kemal jî nûneriya baskê nijadperestiyê dike. Ev reng tu car neguherîn. CHP tim hebû. Rengê îslamîst jî her wisa. MHP jî di çarçoveya şerê sar de wek Glaudiyo derket. Bi vî awayî sêpiya rengên dagirkeran temam bû. Di dema osmaniyan de ev lingê reşbelek bi destê çeteyên xwînxwar dihat temamkirin. Tevgera kemalîst jî berê çeteyên wek Topal Osman ji bo vê lingên sisyan bikaranîn. Ev mijara Glaudiyo cara yekem bi devê Ecevît bi resmî hatibû vekirin.
Serokê van partiyan tim devşîrme bûn. Baskê nijadperest, Kemal – Înonû – Ecevît – Baykal – Kiliçdaroglu. Baskê îslamîst jî Menderes – Demîrel – Erbakan – Ozal –Çîler – Erdogan. Dewletê bi zanistî tim devşîrme anîn ser van partîyên baskên xwe. Lewre zivronek tim ji derketina rastiya xwe, di nijadperestiyê de ketina nava kêmasiyan, xwe ne baştir pejirandindayînê ditirsin. Lema jî tundrawtir û hovtir dibin, hemû normên heyî jî binpê dikin. Mînak Kemal Kiliçdaroglu li aliyekî paşnavê xwe guherî, li aliyê din rîçalê xwe bir Akşehîrê û bi tirkmenan ve girê da (tirkmen jî bi piranî ne tirk in). Her çendî her kes dizane ku ew ji Bolciya Nazmiyê û ji eşîra kurreş (kurêş) ne, bê ku şerm bike ev got.
Ji ber ku wan bixwe pasaport dabûn Barzanî û Talabanî, rê ji wan re vekiribûn, li gel wê ew jî di bin siya wan de tevê eniya sunnî-nexşîbendî bûbûn, esker û gelek saziyên xwe yên nepenî li Başûr bi cîh kirine, ew hez ji bo wan ji talûkebûnê derketine. Lê hêza PKK ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedan formeke desthilatdariyê ye û li ser wê perspektîfê pêşketinên li Rojava bû tirs, lema refleksên dewleta dagirker alarm lêxist. Berxwedanên xweseriyê jî nehat şikandin, her çû dagirker bi hemû hêz û baskên xwe ve ketin ber pêla têkçûnê. Lema êdî di divêtiya baskê îslamîst, nijadperest û çeteyan (glaudio) anîna gelhev de man.
Bi gotineke kurt û kurmancî CHP, MHP, AKPe û yên din her çendî navê cûda bikaranîbin jî faksiyonên partiya dewletê ne. Niha wek partiyekê tevdigerin û vê venaşêrin, mînaka herî balkêş di rakirina parêzbenda parlementeran de bi hev re tevgerandin e. Heta Kiliçdarogluyê zivronek Parlamenteren xwe tehdît kir ku di gilîkirina dij vê biryarê de kes îmza nede HDPê. Dî darvekirina Denîz, Yusif û Huseyîn de jî wan ev yekrengiya xwe nîşandabûn. Rastiya partiyên dewletê ev e.