Ev taca zêrîn wê ji kesî ji me re ne xerîb be. Çilo? Halo; ew pelên ku xemla wê ne, çilo ne. Li devera Dardanel (li Çanakkaleya îro ku berê erdên Yewnana kevin bûn) hatine dîtin û ji serdemekê mane ku hîna ti pêjna dagirkeriya qirker a dewletên weke Selçûqî, Osmanî û ya Tirk nedihat, yanî ji beriya mîladê di sedsala 4´ê de hatiye çêkirin. Di nava pelên çilo de em çend berûyan û û darê tacê jî çiqilekî berûyê ye. Em wekî din mozekê û du sîsirkan di nava pelên wê de ji hev ditefsilînin. Ev çiloyê xemlê yê zêrîn, helbet hêja ye, nexasim di nava çandeke weke ya Kurdan de ku bi sedan sala pelên çilo ji bo xwedîkirina sewalên wan heyatî bû. Lê dagirkeriya qirker a dewleta Tirk xwedîkirina sewalan jî çiyayên Kurdan qedexe kir.
LONDON