YPG’ê derbarê girtina hesabê wan ê YouTube de daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Em ti cûdahiyê di navbera vê biryara YouTube û nêzikatiyên faşîzma Tirk-Îran ya li dijî ragihandina azad de nabînin.”

YPG’ê got, ew bi armanca ku rastiya şer ragihînin, weşana xwe dikin û vîdeoyên ku hinceta girtina hesabê wan nîşan dane, di dema berxwedana Kobanê de, li hemberî dorpêça DAIŞ’ê hatine kişandine û ji bo ku berxwedana Kobanê bi cîhanê re par ve bikin, wan ew weşandine.

YPG’ê li ser girtina hesabê wan a bi destê YouTube got, “Em tu cûdahiyekê di navbera vê biryara YouTube û nêzikatiyên faşîzma Tirk-Îran ya li dijî ragihandina azad de nabînin.”

YPG´ê bi bîr xist ku 6ê Cotmehê hesabê wan ê fermî yê Youtube bi hinceta binpêkirina qaîdeyên weşana YouTube binpê dike, hatiye rawestandin û hincetên YouTube jî wisa pûç kirin: “Weşanên ku di van demên dawiyê de hatin kirin jî bi armanca ragihandina rastiya şerê li hember terorîzma DAIŞ´ê ya li Reqa û Dêra Zorê ye, me hewl daye ku qaîdeyên weşanê yên YouTube li ber çavan bigirin. Ragihandina rizgarkirina bi deh hezaran sîvîl û xebatên ji nû ve avakirina herêmên ku ji ber şer hilweşiyane, bingeha xeta me ya weşangeriyê pêk tînin.

Diyar e ku ev biryara hatiye girtin ji derveyî êrîşeke li dijî têkoşîna me ya li hemberî terorîzma DAIŞ´ê û wêde ti wateyeke xwe nîne.” 

YPG´ê got, biryar siyasî ye û weke “derbeke li dijî azadiya fikr û xweîfadekirinê ya bi destê YouTubeyê” bi nav kir. YPG´ê cotstandarta Youtube a li ser mijarê jî bi van gotinan îfade kir: “Ev qedexekirin, di serdemeke wiha de ku propagandayên DAIŞ’ê di medya civakî de digerin, hewldana bêdengkirina YPG’ê ye, ku YPG ji bo parastina nirxên mirovahiyê li hember DAIŞ´ê têdikoşe. Her çi dibe bila bibe, wê YPG mafê xwe yê ragihandin û xweîfadekirina azad bi awayekî karîger bi kar bîne.” 


NAVENDA NÛÇEYAN