
Babeta Civata Rewşenbîrên Kurd a li Berlînê ya vê carê jiyan û ramanên helbestvan û ramangerê Kurd Hacî Qadirê Koyî bû. Gotar ji aliyê nivîskar, lêkolîner û rojnamevan Peshreu Said Ibrahim ve pêr hate pêşkêşkirin. Di civatê de ku 20 kes lê amade bûn, nirxandinên girîng li ser jiyan, raman û fîlozofiya helbestvanê Kurd Hacî Qadir hatin kirin, wisa jî agahdariyên berfireh hat dayîn.
Helbestvanê neteweyî yê Kurd
Gotarvan Ibrahim, Hacî Qadir wek helbestvanê neteweya Kurd pênase kir û got: “Di cîhana edebiyata Kurdî de wek şaîrê neteweya Kurd ango piştî Xanî duyem kesê ku rasterast doza desthilateke neteweyî ya Kurd kirî ye.”
Têbiniyên ji semînera Peshreu Said Ibrahim ev in:
“Hacî Qadir sala 1916’an li Koyê ji dayik bûye û sala 1897’an jî jiyana xwe li Stenbolê ji dest daye. Li Koyê xwendiye, wisa jî li Rojhelatê Kurdistanê li Mukriyanê jî xwendina xwe qedandiye, îcazeya melatiyê wergirtiye. Hacî Qadir piştî ku vedigere Koyê li dijî şêxan têdikoşe. Kiryarên wan ên li ser gel rexne dike, gel hişyar dike ku bi ya wan nekin û serî hildin. Helbestên tund û dijber li dijî pergala wê serdemê dinivîsîne. Piştî demekê diçe Stenbolê, li wir berhemên Ehmedê Xanî nas dike, Mem û Zîn gelek bandorê lê dike. Melayê Cizîrî jî bandorê li ser wî dike.”
Lêkolîner Peshreu Said Ibrahim da zanîn ku di jiyana Koyî de nasîna Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî merhaleyeke girîng e û weha pê de çû:” Li wir guherineke mezin di jiyan û hizra Hacî Qadir de pêk tê; di berhemên xwe yên li wir nivîsandî de bi berfirehî behsa desthilatbûn û dewletbûna Kurdan dike; di navenda babetên wî de ala, leşker, civaka serbilind herwisa yekîtîtiya Kurdan hene. Li dijî xayinên Kurd, li dijî dewletên Osmanî û Safewiyan dinivîsîne, nexşeyeke Kurdistanê jî durist dike ku îro jî lê ye. Hacî Qadir tim rêya xwendinê nîşanî Kurdan dide, ji bo fen, teknîk û zanyariyê, ji bo pêşketinê ji bo karibin desthilata xwe dirust bikin, lê mixabin hê jî ew daxwaz û xeyala wî pêk nehatiye.”
Felsefeya Hacî
Ibrahîm derbarê tesawif û felseya Koyî de jî ev agahî dan: “Hacî Qadir çaksazî ayînî ango reformxwaz bû. Di dîn de guherin diparast; digot divê li medresayan jî xwendin hebe, xwendin ne tenê karê mizgeftan e. Bi biryardarî xwendina jinê jî diparast. Di helbestên xwe de girîngiya zanyariyê diparast, kî dibe bila bibe, Frenk, Cihû yan jî Ermen, divê tu zanînê jê wergirî. Ev hizir û têkoşîn li Kurdistanê diparastin. Li Stenbolê jî pirtir fikrên neteweyî bi pêş ketin. Hacî Qadir zêdetir di bin bandora şoreşa Fransî de mabû, di helbestên xwe de behsa Birca Eyfelê dike, azadî, mafên mirovan û pêşketinê di şoreşa Fransî de dibîne.”
‘Hizra min ji mizgeftê bilindtir e‘
“Hacî Qadir di mektep û medreseyên îslamê de xwend, bû mela lê hîç melatî nekir. Di hin helbestên xwe de vê sedemê jî wiha rave dike; “Min nedikarî li mizgeftê rûnim, nimêjê bi gel bidim kirin, amojgariya olî bikim û civatê bi rê ve bibim. Hizr û xeyala min ji mizgeftê bilindtir e.”
Ew li dû zanîna din bû; li asîmanî çi heye? Heta di hin helbestên wî de dijberiyeke olî jî tê hîskirin; ji min re behsa horî û gilmanan nekin, min ne dîtiye û nebihîstiye, tiştên neyê dîtin û bihîstin çawa dibe heyî. Herwisa di wê demê de parastina xwendina jinê jî dijberiyeke olî bû. Lewre niha jî li gelek deveran, gelek oldar, selefî û wd li dijî xwendina jinê ne.”
Rexnegir, dij û herdem nerazî
Çima ne razî bû? Ji ber ku di dema Hacî Qadir de tevahiya mîrnîşînên Kurdan ji nav çûbûn. Baban, Soran, Bahdinan û Botan belav bûbûn. Hacî jî desthilateke Kurdî dixwest, dibistana Kurdî, mizgefta Kurdî, civaka Kurdewarî dixwest û ev jî bi rêya desthilatekê pêkan bû. Lê di bin desthilatiya Tirk û Eceman de Kurdistan her diçû wêrantir dibû.”
Bandora Şîrazî
Ibrahîm wekî din diyar dike ku bandora zimanê Farisî û helbestvanên Farisî Sadî û Hafiz Şîrazî li ser Koyî zêde tê xuyakirin û têkildarî mijarê bi vî rengî peyivî: “Hacî Qadir serdema xwe ya huner û helbestê li Rojhelat bihurand, ji ber hindê jî pirtir bandora şairên îranî li ser bû. Ya bi awayekî eşkere jî xuya dike, Sadî û Hafiz Şîrazî ne. Karîgeriya zimanê Farisî li ser herêmê hebû, Erebî jî wisa ye, lê ya Tirkî hîç nebûye. Gelek karmend û melayên dihatin Kurdistanê ku ji aliyê Osmaniyan ve dihatin şandin bi Tirkî nedizanîn, bi Farsî û Erebî diaxivîn.
Dijayetiya Farisan nîne
Hacî Qadir li dijî desthilatiya Farisan e, ne li dijî gelê Faris e. Li aliyê din dijberiya zimanê Farisî heye ku ew jî ji bo parastina Kurdî ye. Dibêje çi yê Kurdî ji Farsî kêmtir e? Mirov dikare her tiştên bi Farsî û Erebî, bi Kurdî jî bike. Heta dibêje, divê dua û ayîn jî tev de bi Kurdî bin, ne bi Erebî. Ew belagat û rewanbêjiya di Kurdî de di Erebî û Farisî de nîne.”
Xwedîderketina li Hacî Qadir?
Ibrahîm derbirî ku li ser Hacî Qadir gelek lêkolîn û pirtûk hene, û heta hin lêkolîneran li ser wî sê pirtûk nivîsandine û wiha axivî: “Gelek tez û xebatên doktorayê jî li ser wî hene. Li Koyê û li Silêmanî peykerên wî danîne. Navê wî li pirtûkxane û kolanan kirine. Di 25 salan de ku Kurd li Başûr desthilat in, diviyabû gelek zanko, pirtûkxane û hwd. bi navê wî hatibana vekirin, diviyabû ew bi parçeyên Kurdistanê û di qada navneteweyî de bihata nasandin, lê mixabin ev nehatine kirin.
Xebatên biçûkxistinê
Nemaze hin xebatên ji aliyê beşeke Kurdan ve hatîn kirin, ji bo biçûkxistina Hacî Qadir hatine kirin. Li Başûr kevneşopiyeke dijayetiya şaîrên Koyî jî heye. Pêwendî bi siyasetê ve heye. Bi taybetî Koy cihê Mam Celal e, serokkomarê niha jî ji wir e, Dildar ê şaîr ku sirûda Ey Reqîb nivîsiye jî ji wir e, ew niha hewldidin sirûdê jî biguherînin. Koy bajarekî biçûk e, lê gelek şaîr, nivîskar û mezintirîn hunermendên Kurdistanê xelkê Koyê ne. Ev ji mêj we wisa ye, heta di serdemên mîrnîşînên Baban û Soran de jî li ser Koyê tim şer bûye. Di serdema me ya îro de jî çendîn car Koy di navbera Yekîtî û partî de talan bûye. Niha jî siyasî bi ser Yekîtî ye lê îdarî ser bi Hewlêrê ve ye.”
Peshreu Said Ibrahim kî ye?
Peshreu Said Ibrahim, sala 1955’an li Koyê ji dayik bû. Li Bexda di zankoya Yasa û Ramyarî de xwend. Deh salan pêşmergetî kir, sala 1985’an li çiyan gerînendetiya rojnameya ‘Rizgarî’ kir ku wek dengê şoreşgerên Kurdistanê dihat weşandin. Sala1988’an hat Almanya û li vir jî rojnameya Seku derxist. Li Berlinê serokatiya Malbenda Avadaniya Kurdistanê kir. Sala 2003’an vegeriya Bexdayê û di parlamena Bexdayê de di rojnameya erebî ya bi navê ‘El Cebhetul Wetaniye’ de kar kir. Piştre vegeriya Koyê, li wir jî sernivîskariya kovarekê kir. Di gelek rojname û kovaran de gotar û nivîsarên wî belav bûne. Heta niha 5 pirtûkên wî bi Kurdî û Erebî çap bûne û niha yek jî li ber çapê ye.
YEKO ARDIL/BERLÎN