ESRA MİKYAZ / SILÊMANÎ
Îro Roja Tolerans ji Sinetkirina Jinê re Nîne ye. Her sal bi milyonan jin tên sinetkirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ev yek weke “Seqetkirina Genîtal a Jinê (FGM)” bi nav kiriye.
Li Başûrê Kurdistanê jî pîrejinên bi navê “maman” sineta jinan dikin. Li Hewlêr, Raperîn û Germiyanê ji ber ku ev sineta jê re hadana tê gotin, keç hîna zarok e tê kirin, bêyî ku kesek li ber rabe demeke dirêj kariye dewam bike. Tevî ku tê gotin, her roj kêm dibe, li hin deveran dewam dike.
Li Başûrê Kurdistanê rêxistina WADI bi rêxistinên navneteweyî re projeya “Ji FGMʼyê re tolerans nîne” bi rê ve dibe. Berpirsa projeyê Şox Mihemed e. Li gorî agahiyên ew dide, Wezareta Başûrê Kurdistanê daneyên xwe eşkere kiribûn û derketibû holê ku ji sedî 43´yê jinan sinetkirî bûne sala 2004´an. Wan piştre xebat daye destpê kirin û fêr bûne ku dayik zorê li keçan dikin da ku sinet bibin. Piştî bi deh salan rewş çi bû? ew dibêje, “Piştî sala 2014´an li Hewlêr, Ranya û Germiyanê me xebata taybet kir. Par me li Germiyanê 29 bûyerên FGM tesbît kirin. Îsal em rasta ti bûyerê nehatin.”
Ew dibêje, kêm bûbe jî mumkin e hîna FGM li gundan dewam bike: “Jinên pîr dibêjin, hat serê min, bila neyê serê zarokên min. Mesela me dibihîst hin maman hadana dikin- em diçin gundên tesîra wan lê heye. Lê helbet dibe ku gundên em neçûne wan, hin bûyer qewimîbin. Lê li gundên em çûn serdana wan, me dît ku jin nehatine hadanakirin.“
Li ser pirsa ka maman ji cezayan natirsin, ji ber ku hadana yanî sinetkirina jinan bi qanûnê qedexe kiriye, Şox Mihemed dibêje, “Muhtemel e, ditirsin. Li deverên em çûnê, me semîner dan mamanan. Lê ew sinetê bi dizî dikin. Giliyên ji ber seqethiştinê nayên kirin. Zarokên 3-4 salî tên sinetkirin. ma kî wê gilî bike! Dayik ji xwe dixwazin zarokan bidin sinetkirin. Bav bi xwe nizanin ka zarokên wan kengî hatine sinetkirin. Carinan jî dapîr radibin, bêyî ku haya dê û bav jê hebe, neviyên xwe didin sinetkirin.