Hafizê Şîrazî di sedsala 14’an de li Îranê jiyaye. Ew di nav helbestvanên herî muhim ên Faris de tê hesibandin. Li Şîrazê hatiye dinê lewma navê Hafizê Şîrazî bi kar aniye. Dîwana wî li Îran û li Rojhilata Navîn navdar e, li gelek zimaman hatiye wergerandin. Dîwan ku girîngtirîn berhema wî ye, li Ewrûpayê tenê bi hezar nusxeyên destnivîs heta bi roja me ya îro hatine.

Di helbestên Şîrazî de hezkirin, rewşa mirovan cihekî berfireh digirin. Dîwana wî weke nameyeke evînî li nav gel jî belav bûye û jê hatiye hezkirin. Ew wekî avakarê zimanê ‘xezel’an jî tê hesibandin ku helbestên xwe bi wê usûlê nivîsandine. Di dîwana li ber dest de 529 xezel cih digirin.

Niha ev Dîwana Hafizê Şîrazî bi Kurdî li ber destên xwendevanên Kurdî ye. Muhammed Înal dîwan ji Farisî wergerandiye Kurmanciyê. Weşanên J&J jî ew weşandiye. Muhammed Înal ev 20 sal in li zindanê ye û cezaya muebedê lê hatiye birrîn.

Kunyeya pirtûkê wiha ye: Dîwana Hafiz / Şêx Hafizê Şîrazî / Wergera ji farisî: Muhammed Înal / Weşanên J&J / 2018 / 529 rûpel.

 

AMED