Li Elmanyayê li nava bajaran li hinek navendan kevok hene û li wan deran xwe xwedî dikin. Wisa elimîne û hema bêje nîvkedîkirî ne. Îca Xwedê mala kedîbûnê xira bike. Ev kevokên li nava bajaran, ji ber ku millet dernakeve derve, birçîbûne û heye ku ji ber vê jî bimirin. Kevokên em qala wan dikin li navenda bajarên mezin li cihê xebatên gastronomiyê hene bi bermahiyan xwe xwedî dikin. Îca di heman demê de xwedîkirina van heywanan jî qedexe ye. Wexta piraniya restorant û dukanan jî ji ber koronayê girtî be, rewşa van kevokan jî zehmet dibe. Aktivîstên mafê heywanan ên li Elmanyayê dixwazin qedexeya xwedîkirina heywanan were rakirin, naxwe wê heywanê ji birçîna bimirin. Kesên Ji bo Danûstendina Etîk Ji Heywanan re PETAʼyê jî bal kişand ser heman mijarê û xwest mirov xwe ji bo heywanan organîze bikin. PETAyê ji komîteyên hawîdorparêz û avahiyên beytaran ên 78 şaredariyan re nivîsek şand û got, “Em dixwazin şaredarî bi têgihiştina parastina mafê heywanan tevbigere. Em dixwazin qedexeya xwedîkirina heywanan were betalkirin.” PETAyê ji bo piştgiriya mijarê bang li gel kir û xwest her kes êşa kevok dikişînin ji derdora xwe re jî bibêjin û xwe di vî warî de organîze bikin. NAVENDA NÛÇEYAN