Semîner pêr êvarê li avahiya saziya rêxistinên serbixwe ya li Konrstrasseyê bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Dîwarê avahiya semîner lê pêk hat bi wêneyê Halîm Dener û ala ERNK'ê hat xemilandin. Di semînerê de serhatiya Halîm Dener hat gotin û banga tevlîbûnê hat kirin ji bo meşa navendî ya 21'ê Hezîranê li Hannoverê. Her wiha du ciwanên Elman ên ku bi delegasyona Newrozê ya YXK'ê çûbûn Kurdistanê jî di semînerê de çavdêriyên xwe yên Newrozê, hilbijartinên herêmî û pratîkbûyîna xweseriya demokratîk bi beşdaran re parve kirin. Halîm Dener di 30'ê Hezîrana sala 1994'an de, li bajarê Elmanya Hannoverê dema afîşek li ser logoya ERNK'ê hebû dadiliqand, polîsekî yekîneya taybet a Elman ji navbereke kurt gule berdayê û ew qetil kir. Polîsê ku Dener qetil kiribû ji aliyê hempîşeyên xwe ve hatibû parastin û di encama doza sê salan de serbest hatibû berdan. 


KOLN