
Halterê Kurd Alî Haşimî yê tevlî Şampyoniya Halter a Cîhanê ku li bajarê Anaheîm ê li DYA’yê hate lidarxistin bû, bi rekorekî ku giraniya bi giştî 404 kîlogiraman bû yekemê cîhanê.
Alî Haşimî ku ji eyaleta Îlamê ye, bi rakirina 183 kîlogiraman madalyaya zêrîn bi dest xist. Her wiha ew bi rakirina 221 kîlogiraman a di asta rekorê de bû sêyemîn. Haşimî ku madalyaya zêrîn û broz bi dest xist, bi rekorekî bi giraniya bi giştî 404 kîlogiraman hevrikên xwe li pey xwe hişt û bû yekemînê cîhanê. Haşîmî ku li ser navê Îranê beşdarî halterê dibe berê jî gelek xelat bi dest xistibûn.
NAVENDA NÛÇEYAN