M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Lîstikvanên Tiyatro Asmîn, bi navê “Hevdîtina Şano-Wêjeyê” li Hamburgê wê sê rojan lîstîkên cihê pêşan bidin û çalakiyan bikin.

Ev hevdîtina hnê ku îsal care duyem e bi rê ve die, wê 19´ê mehê dest pê bike û 21´ê mehê ji bi dawî bibe. Çalakî wê bi rê ve biçin li dibistaneke taxa Sternchanze ku weke taxa huner a bajêr tê nasîn. Derhêner Ferman Karayigit, metnên nivîskarên cihê li şanoyê anîne û ev ê di van çalakiyan de li ser dikê bên nîşan dan. Di çarçoveya çalakiyan de şêwekar Nilgun Çapan û Îlhan Sozen jî wê resmên xwe pêşan bidin. Her çî lîstik in, bi sê zimanan in: Kurdî, Elmanî û Tirkî.

Nivîskar jî wê li ser dikê bin

Nivîskarên wan metnan ku Ferman Karayigit ew li şanoyê anîn jî, wê di lîstikan de weke lîstikvanên mêvan li ser dikê bin. Di sê rojên çalakiyan de ji Hacer Arikan “Minminîk li ser perê çûkî”, ji Cezmî Ancil “Ax Ax Şewqî”, ji Gulsen Gulbeyaz “Li nexweşxaneyê şahî”, ji Orhan Çelik “Stêrkên Dîno”, ji Mehmet Zahît Ekîncî “Bekçî Silo”, ji Oya Pervîn Pelît “Zaroka beytik”, ji Sevim Tarhan jî “Çay Koyski” wê li ser dikê bên pêşandan.

Lîstikvana Tiyatro Asmîn, Nurcan Keskin got, ew dixwazin bi çalakiyan bikin ku xelkê Haburgê bi kêf û têr ken bi şanoyê xenî bibe û ew derfetê didin beşdaran jî ku pirtûkxaneyên xwe firehtir bikin. Welatiyên kêmendam wê karibin bê pere biçin hemû çalakiyan.

Di koma Tiyatro Asmîn de Ferman Fermo Karayigit, Canan Yilmaz, Sevgî Polat, Nurcan Keskin, Elîf Oguz, Kasim Palabiyik, Mehmet Koca, Sîmge Akgul û Brûsk Cudî cihê xwe digirin.