Êrişa li bajarê Hanau yê Elmanyayê ne êrişeke ji rêzê ye, û hema wilo qewimî ye yan jî ne êrişeke kes ne li bendê bû. Jixwe bûyerên nêzî vê qewimî bûn û ji tevgera rastgir a nijadperest xuya dibû wê bûyerên bi vî rengî biqewimin.
Li gorî agahiyên Rêxistina Parastina Destûrê ya Elmanyayê di salên dawî de êrişên nijadperest zêde bûne. Li gorî rapora dawî li gelemperiya welêt 25 hezar û 350 nijadperestên rêxistinkirî nasnameyên wan hatine testpîtkirin hene.
Di van salên dawî de hin ji êrişên hatine kirin bi vî rengî ne.
- Li Eyaleta Saksonyayê li devera bi navê Chemnitz a weke devera nêçîrvaniya penaberan dihat binavkirin, Cotmeha 2018an êrişkarekî rêxistiniyeke êrişê kir.
- 2ʼê Hezîrana 2019ʼan endamê CDU Walter Lubcke li ber deriyê mala xwe hat kuştin. Piştî êrişa çekdarî êrişkar Neonazî Stephan Ernst li sûcê xwe mikur hat.
- Dîsa di Hezîrana 2019an de li eyaleta Mecklenburg-Vorpommernê li mala karmendekî polîs lêgerîn pêk hat û di mala wî de gelek sîlehên artêşa Elman hatin girtin. Polîsê bi navê Marko G. weke lîderê koma Neonazî ya bi navê Nordkreuz dihat naskirin.
- Di Tîrmeha 2019an de li eyaleta Hessenê penaberekî ji Erîtreyê li eyaleta Wachtersbachê ji aliyê kesên nenas ve li nava kolanê bi gulleyan hat kuştin.
- Di nîvê meha Îlonê de li Taunussteinê nijadperestekî bi çetellastîkê êriş bir ser kesekî weke biyaniyan xuya dikir.
- 9ʼê Cotmeha 2019an êrişkarekî xwest bi sîlehê êriş bibe ser sînegogekê û xwest komkujiyekê bike, lê dema nekarî vê bike *2 kesên li cem donercî kir û hedef û her du kes jî kuştin.
Şeva Noelê siyasetvanekî herêmî yê CDU li Kolnê êrişî ciwanekî penaber kir û ew bi giranî birîndar kir. Saziyên dewletê bi rojan ser bûyerê girtin û ceza nedan kesî.
- Di Çile ya 2020an de êriş birin ser parlementerê SPD yê li Parlementa Federal Karamba Diaby. Sedema êrişê jî ew bû, Diaby reş bû.
- Hefteya borî jî 12 nazî li gelemperiya welêt hatin girtin. Ev kes weke kadroyên sereke hatin binavkirin û gotin, amadekarî dikirin êrişî mizgeftan bikin.
Êrişên qala wan hatî kirin û yên weke wan ji sala 2012an ve pêcn qat zêde bûne.
Teşkîlata Polîsan a Elmanya Federal (BKA) da zanîn ku potansiyela kesên sûc bikin pênc qat zêde bûne.