Îsal Mihrîcana Govenda Kurdî wê di navbera 08 – 09´ê Hezîranê 2019´an li bajarê Elmanyayê Hannoverê bi rê ve diçe. Ev ê bibe Mihrîcana 32´yan. Şemiyê (08´ê Hezîranê) wê saet 10´an li Ernst-August-Platzê meşa ji rêûresmê ya Mihrîcanê çêbe. Saet 13:00 ta 15:00´an jî bernameyeke çandî wê li hola Mirîcanê ya li Pavillon Kulturzentrumê hebe. Komeke zarokan a ji herêma Hannoverê wê destpêka Mihrîcanê bike.
Komeleya Govend Ewrûpa e.V. fermî Mirîcanê li dar dixe. Wekî din di nava organîzasyonê de hunermendên heyî wê li ber muzîk û stranan derkevine ser dikê.
Heman rojê piştî vê bernameyê, 25-30 komî wê li ber dahol û zirnê li sê holan provayên xwe bikin.
Roja yekşemê jî (09´ê Hezîranê), pêşbirk dest pê dike. Kom wê li gorî pişka wan şemiyê hatî avêtin, bi dorê derkevin ser dikê. Ji ber ku hîna dema miracaetê neqediyaye, hejmara tam a koman nediyar e, lê weke 25 ta 30 tê îfadekirin. Juriyeke ji 7 kesan jî wê performansa koman binirxîne. Armanc ew e ku pêşbirk saet 18´an biqede. Piştî bernameyeke çandî ya saetekê jî wê di warên kostum, lêkolîn û taybet bi juriyê xelat werin dayîn.
Navnîşana ku Mihrîcan îsal lê bi rê ve diçe jî ev e: Pavillon Kulturzentrum, Lister Meile 4, 30161 Hannover.
HANNOVER