Gelo ahenga muzîka klasîk bi erd û mekanê Kurdî re di ahengekê de ye? Mesela heger Beethoven di muzîka xwe de hestên çiya û newalên Kurdistanê bi cih kirana, muzîka wî dê çawa bûye? Yan jî, klasîkên rojava di nava muzîka Kurdî de bihatana bicihkirin, wê deng û ahengeke çawa bida der. Kehy Mahmoud ev ji xwe pirsiye û bersivek jî daye pirsê, lê piştî ku em bi kurtî behsa bersiva wî bikin, em ê tenê li mînakan binihêrin.
Axir ew dibêje tesîra muzîka gelêrî li ser muzîkjenên Kurd gelek e û bi heman rengî ya muzîka klasîk jî li ser hunermendên navdar ên Kurd pirr e. Hasilî, ji bo vê heta bi sala 1908´an û Leyla Bedirxanê diçe. Lê bi pirranî jî îşaret bi tesîra dîasporayê li ser muzîkjenên Kurd dike.
Kemana Dilşad Seîd
Li vir jî ew berê nivîsa xwe dide Dilşad Seîd ê sala 1958´an li Duhokê ji dayik bûyî û wî weke damezrênerê muzîka klasîk a Kurdî bi nav dike. Bi ya wî, Dilşad Seîd hem yekem kes e ku klasîzma akademîk ji bo Kurdan didamezrîne û hem jî gelêriya Kurdî û muzîka klasîk jî bi awayekî înstrumental digihîne hev.
Di wêne de em dibînin ku Dilşad Seîd senfoniya xwe ya bi navê Şingalê bi rê ve dibe û Orkestraya Semfoniyê ya Neteweyî ya Çekê jî lê dixe û gelek hunermendên Kurd jî li vê semfoniyê zêde bûne.
Dengê Pervîn Çakar
Mînaka din jî Pervîn Çakar e ku sopranoyeke navneteweyî qebûlkirî ye. Pervîn weke hobiyekê dest bi gotina stranên gelêrî yên Kurd dike û tesadufî berê wê dikeve nav operayê. Bi alîkarî û teşwîqa mamosteyên xwe û ji ber ku heyrana Maria Callas e berê xwe dide operayê. Lêgerekî Îtalî wê keşf dike û ji bo xwendina operayê ew diçe Îtalyayê. Pê re jî êdî wekî hunermend li operayên li ewrûpa derdikeve ser dikê. Ew difikire ku stran û kilamên Kurdî yên epîk dikarin weke çavkaniyeke mezin ji bo operayên serketî bên bikaranîn.
Kompozîsyona Brahîm Şêxo
Brahîm Şêxo jî kompozerekî nifşê nû ye ku hewl dide têgihiştina muzîka klasîk li Kurdistanê ava bike. Wî mastera xwe li Elmanyayê îsal kir. Axir ji bo konsera xwe ya dawî jî wî ji hemû şêwezarên Kurdî ji bo piyanoyê kompozîsyona mijareke Kurdî kir. Helbet tesîra bisqê û muzîka bavê wî Mihemed Şêxo jî li ser wî gelek e.
Bi van mînakan jî diyar e ku di nava mujîkjenên Kurd de muzîka klasîk û di nava muzîka klasîk de jî renng, deng û hestên Kurdî û erda Kurdistanê wê neçar bin ku ahengeke xwe biafirînin, ji ber ku eşkere ye ku ew pêrgî hev hatine.
NAVENDA NÛÇEYAN