Di salên 1930´yî de ew welatê li navenda Ewrûpayê, bi gotina: Îro, welat li pêş Madrîdê ye, di rojeva cîhanê de bû. Ji çar aliyên dinê, mirovên xwedî baweriya azadiyê, diherikîn wê derê û li dijî serdestiya monarşîk û dîktatoriyê têdikoşiyan. Di encamê de mixabin dîktator bi ser ket û yekîneyên îdealist yên xewna şoreşê didîtin jî vegeriyan welatên xwe. Spanya careke din di rojeva cîhanê de ye, vê gavê dîsa di destê jineke ciwan de pankartek heye, li ser jî Katalonya; dewleta nû ya Ewrûpayê, nivîsandiye. Niha dirûşma şoreşgerê navdar û fermandarê herdemî yê soreşên cîhanê Ernesto ya weke, Hasta la vîctorîa simpre! (Heta serkeftinê dîsa û dîsa!) li Katalonya û li deverên cuda yên Spanyayê li dar e. Heftêya bihurî ev daxwaza gelê Katalanî ji aliyê hikûmeta Spanî ve dere qanûnî hat dîtin û polîsên dewletê avêtin ser daîreyên fermî yên Katalanan. Di encamê de gelek kes hatin binçavkirin û bi qasî deh milyon kaxedên dengan jî hatin desteserkirin. 

Spanya li navenda Ewrûpayê dewleteke pirrçandî û endamê Yekîtiya Ewrûpayê ye. Piştî ku dîktator Franko sala 1975´an mir, ew jî derbasî nav pergala demokrasiya Ewrûpî bûn. Piştre jî êdî Spanya ne bi kiryarên dîktatoran, lê bi lîstika gokê û bi gayên xwe, di rojeva cîhanê de cihê xwe girt. Her çiqas herêma Baskê û şerê ETA´yê ji bo azadiya wê derê dem bi dem serê rêveberên Spanî êşandibe jî ya zêde darîçav tîma Barcelona û Madrîdê û wisa jî serketinên tîma neteweyî ya welêt bû. 

Di nav rastiya îro ya cîhanê de ku gelek welat xweziya xwe bi endametiya yekîtiya parzemîna Ewrûpayê û rêxistina wê ya aborî û sîyasî tînin, çi dibe sedem ku Katalanî doza veqetînê ji dewleta Spanyayê dikin? 

Ji bo vê jî divê mirov destpêkê li rewşa giştî ya vî welatê navdar binêre. Katalonya di nav aboriya Spanyayê de xwedî cihekî girîng e. Ji %25 ê tevahiya hilberînên welêt ji Katalonyayê dihê bidestxistin. Ev rêje jî dide nîşan ku herêm di nav erdnîgara Spanyayê de xwedî çi ristê ye. 

Li Katalonyaya ku xwedî 7-8 milyon nifûs e û ji gelek welatên YE´yê jî mezintir e, karsaziya taybetî bipêşketî ye. Di heman demê de bazara herî girîng a welêt jî pêk tîne. Li gel hilberîn û dahatên endûstiyê, ji aliyê fînansê ve jî xwedî cihekî girîng e. Ji 46 bankeyên li Spanyayê 10 ji wan yên Katalanan in. 

Wek tê zanîn turîzm ango geştîyarî jî di aboriya wan de çavkaniyeke mezin a dahatê ye. Ji % 30´ê dahata tevahiya welêt di destê Katalanan de ye. 

Di encamê de gava mirov bala xwe didiyê, li navenda nelihevkirin û pevçûnan xala herî girîng jî aborî ye. Lewre dewleta navendî pirr hindik dide û zêde distîne. 

Katalonya cara ewil sala 1932´an statuya otonomiyê bi dest xistiye, lê ev maf di şerê navxweyî yê Spanyayê de ji aliyê Franko ve ji destê wan hatiye girtin. Sala 1979´an statuya duyemîn di encama referadûmekê de hatiye qebûlkirin. Sala 2006´an careke din referandûm dihê lidarxistin û selahiyeta ku sala 1979´an hatî naskirin dihê berfirehkirin. Spanya ji 17 herêmên otonom pêk hatiye. Di wan rêveberiyan de pîvanên destnîşankirî jî li gorî yên welatên Ewrûpî ne. Mirov dikare bibêje ku di vî warî de nakokî nînin, eger hebin jî ev ne sedem in ku gel yan jî herêmek daxwaza veqetînê ji dewleta navendî bike. Niha li Katalonyayê parlamena xweser, serok û hikûmet heye. Statuya otonomiyê mafê xwe birêvebirina serbixwe û yan jî bi hikûmeta navendî ve dide herêmê. Her wisa Katalonya di nav xwe de jî ji çar herêman pêkhatî ye. Ew der jî ji şaredariyên xweser pêkhatî ne û li gel wan 949 şaredariyên herêmê jî di nav xwe de di asta otonom de xwe bi rê ve dibin. 

Ji hikûmeta Spanyayê cuda sirûd û ala wê heye. Li wir bi zimanê Katalanî, Spanî û Aranî dihê axaftin û ev ziman misogerkirî ne. Bi zimanê wan her cure weşan û perwerde dihête kirin. Hêza asayîşê ya polîs û wekî din jî ji Katalanan pêkhatî ye. Ango mirov dikare bibêje her tişta ku miletek bixwaze, ê wan heye. Lê dîsa jî serê xwe û yê Spanyayê diêşînin û dibêjin serxwebûn! 

Ka em binêrin, gelo wê dewleteke din li yên heyî zêde bibe yan jî gelo serdestên Ewrûpî dîsa wê qedera Katalanan diyar bikin? Heta roja yekşemê…