Di serdema Sumeriyan a dewra Urûkê de em dibînin ku melik, xanedaniya wan xwe digihîne kokeke xwedayî. Xanedana Yekê ya Urukê îdîa dike ku ew ji neseba xwedayan in. Wan xwe digihand xwedayê rojê Utu, ku wê di dewrên paşê de ji aliyê Akadiyên semîtîk ve weke Şamaş bihata binavkirin. Tevî ku xanedana yekê ya Urukê ev îdîa kiriye jî, mirov dikare ji nîşanan tê derxe ku beriya wê jî ev îdîa û efsaneyên wê hebûn ku heta bi serdema “tofanê” û beriya wê jî diçin.

Axir endamên vê xanedana hanê wê paşê bi efsaneyan ji mirovçêtir bihatana kirin; navên weke Enmerkar, Lugalbanda, Dumuzî û Gilgamêş hin ji zilamên vê xanedanê ne ku efsaneyên wan li ser kevalan û li meydanên bajar, li perestgehan hatin nivisandin.

Damezrênerê xanedana yekê ya Urukê Meskiyagkaşer yanî kurê xwedayê rojê Utu, hema piştî tofanê ji Aratta çûye welatê Sumerê. Ev tofan jî tofana ku serdema Ubeyd ji ya Urukê qut dike bi xwe ye. Lê heger wisa ye dibe ku xwegihandina neseba xwedeyan a xanedana yekê ya Urukê ji beriya tofanê be. Yanî, rewakirina desthilata xanedaniyê bi wê yekê ku xwe yekser bigihînin xwedayan, dibe ku gelekî kevin be; heta ji beriya wê tofana serdema Ubeyd û ya Urukê ji hev qut dike, ev îdeolojiya rewakirinê hatibe bikaranîn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN