Di vê dewreyê de ku 7 mehan dirêj kir, 45 şervanan cihê xwe girt û dersên ramyarî û leşkerî dîtin.
Merasîma bidawîkirina vê dewreyê li gundê Mînas ê li rojavayê bajarê Kobanê hat organîzekirin. Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim, nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, fermandarên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Asayîşa Rojava û bi dehan ji şervanên YPG û YPJ’ê li wir amade bûn.
Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Muslim û Fermandarê Hêzên Antî Teror Baran Kobanê di merasîmê de axivîn. Di axaftinan de bidawîkirina dewreyê hat pîrozkirin û îşaret bi girîngiya erk û peywira şervanên HAT´ê hat kirin.
Muslim û Kobanê hebûna hêza HAT´ê ji bo kantonê wekî serbilindiyê bi nav kir.
KOBANÊ