Şandeya ji Ewrûpayê ku doh gihîşt Bakurê Sûriyê, serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê kir û bi berpirsan re civiya û gelek dozên girîng nîqaş kirin.

Hejmarek ji parlamenter, lêkolînerên Ewrûpî û rojnamevan Thomas Seifert ê di rojnameya Wiener Zeitung de dixebite, bi rêya deriyê sînor ê Sêmalka, gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şandeyê doh dest bi gera xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Destpêkê şandeyê serdana Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê kir.

Şande li navenda MSD`ê ji aliyê hevseroka Meclisa MSD`ê Emîna Umer, cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber Hikmet Hebîb, endamên Buroya Têkiliyan Ferhad Ehmê, Jiyan Mele, endama Meclisa Rêveber Leyla Qehreman û hevseroka Navenda Têkiliyên Derve Emel Dada ve hat pêşwazîkirin.

Şande ji endamê Parlamena Ewrûpayê Josef Weidenholzer, cîgirê serokê Partiya Sosyalîst a Demokratîk, cîgirê serokê Partiya Sosyalîst di Parlamena Ewrûpayê de Rebecca Campbell û rojnamevanê Wiener Zeitung Thomas Seifert pêk tê.

Tirkiye aştiya li herêmê asteng dike

Di serdana şandeyê de gelek dozen girêdayî herêmê, bi taybetî tinekirina terorîstan bi temamî, gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê di aliyê siyasî de hatin nîqaşkirin.

Her wiha şandeyê di nîqaşên xwe yên bi berpirsên MSD`ê de îşaret bi tecrûbeya Rêveberiya Xweser, tevlêbûna hemû pêkhate û gelê herêmê û nûnertiya wan di nava hemû saziyên rêveberiyê û MSD`ê de kir.

Şandeyê kêfxweşiya xwe bi tecrûbeya Rêveberiya Xweser diyar kir. Serokê şandeyê di nava nîqaşên xwe de destnîşan kir ku Tirkiye aştiyê li herêmê asteng dike. Her wiha teqez kir ku divê ji nû ve diyalog bi hikûmeta Tirkiyeyê re werin kirin da ku nerehetiyê kêm bike û wê îqna bike ku bi MSD`ê re li hev bikin da ku aştî li herêmê pêk were.

Erka Ewrûpiyan e kiu destekê bidin

Serokê şandeyê Josef Weidenholzer îşaret bi avakirina dadgeha navdewletî ji bo darizandina malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku li dijî mirovahiyê sûc kirine, kir. Wî her wiha teqez kir ku divê aliyê Ewrûpayê dest bide avakirina dadgehê, mîna Dadgeha Nurnbergê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn.

Paşê şandeyê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande di serdanê de bi hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş û Bêrîvan Xalid re civiya. Hevserokatiya Rêveberiya Xweser şêwazê kar û xebatê û erkên ku divê pêk bîne ji wan re diyar kirin.

Hevserokatiya meclisê behsa rewşa xizmetguzarî, destketiyên Rêveberiya Xweser ên piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê bi dest xistine, kir.

Josef Weidenholzer jî got, wek Ewrûpiyan erka wan e ku destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku Rêveberiya Xweser hemû pirsgirêk û zehmetiyan li pey xwe bihêle. Wî her wiha got, sedema serdana wan ew e ku nas bikin, çawa alîkariyê ji Rêveberiya Xweser û MSD`ê re pêşkêş bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serdana şandeyê dê 2 rojan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike.

 

ANHA / EYN ÎSA