Li Tirkiyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan avakirina rejîma xwe temam kir. Her saziyên dewletê niha di destê wî de ne û berpirsiyarên her saziyan tenê li gotinên ji zimanê dirijin, mêze dikin û gorî daxwazên wî tevdigerin. Piştî bi daxwaziya Erdogan ji erkê dûrxistina Ahmet Davuoglu, Bînalî Yildirim bû Serokê AKP’ê û Serokwezîrê hikûmeta nû. Bînalî Yildirim û ekîba wî ya wezîran li ser dilsoziya bi Erdogan sond xwarin û di daxuyaniyan de pir zelal aşkere kirin ku ewê tenê ji bo Erdogan û avakirina rejîma wî kar bikin...
Berdevkên hikûmeta nû aşkere kirin ku wana du xebat danîne pêşiya xwe: Ya yekê di qanûna bingehîn de mîsogerkirina ‘sultantiya’ Erdogan a ku bi pratîkî di meriyetiyê de ye. A duduyan jî bi navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ gurkirina şerê li dijî Kurdan; kuştin, girtin, hilweşandina bajaran û berdewamkirina êrîşên li dijî destketiyên Rojava û yên Kurdan ên giştî...
Ne bahsa çareserkirina pirsgirêka Kurdî tê kirin, ne jî qala aştî, aramî, mafê mirovan û pêşxistina rejîmeke demokratîk. Ji xwe partiyên rejîmê gişt; CHP, MHP û yên din jî piştgiriyê didin her gavên dijdemokrasî û dijkurd ên Erdogan.
Lê pêngavên Erdogan û piştgiriya hêzên rejîmparêz ne Erdogan, ne jî parezvanên rejîma dijkurd dilşa û aramtir dikin. Kî destê xwe û piştgiriyê dide polîtîkayên Erdogan, di siyaseta Tirkiyê û ya li Rojhilata Navîn de wate û bandora xwe wenda dike. Niha rewşa CHP’ê ya bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu jî heman awayî ye. CHP mîna MHP’ê bûye wek baskekî AKP’ê û sultantiya Erdogan û bandora xwe li ser civakê her wenda dike. Divê mirov li vir; rewşa PDK’ê ya li Başûr jî ji bîr meke; ew jî ji ber hevkariya bi rejîma Erdogan, bi heman çarenûsê re rû bi rû ye. Çarenûsa hevkarên Erdogan giştan dirûvîn mîna çarenûsa wî...
Lê rejîm bi hemû aktorên xwe ve roj bi roj pûçtir dibe û li hember têkoşîna Kurdan a azadî û demokrasiyê bêçare û lewaztir dibe. Ti gavên Erdogan û piştgiriya qaşo opozîsyonê jî têra zindîkirina rejîma pûçbûyî nake.
Wer xuya ye; ku li gel van pêşketinên hundirîn, pêşketinên li derve jî wê rejîma Tirk a dijkurd hên zêdetir bihejîne. Ji xwe Yekîtiya Neteweyan (YE), hefteya çûyî xiste rojevê ku li Cizîrê ji sedî zêdetir sivîl ji hêla hêzên dewletê ve hatine kuştin. Rûsya hema her roj hevkariya rejîma Erdogan a bi çeteyên selefîst ên li Sûriyê (DAÎŞ, El Nûsra, Ahrar Şam û hwd.) ên dijînsanî bi belgeyan radixe pêş çavên raya giştî ya cîhanî. Herî dawî jî, di doza Reza Zerrab ê ji ber karên xwe yên dijqanûnî û rişwetê li Amerîkayê tê darizandin de, dozgeriyê hevkariya Erdogan û wezîrên AKP’î yên berê bi Reza Zerrab re bi belgeyan aşkere kir. Belgeyên ku dozgeriya Amerîkayê aşkere kir de xuya dibe ku karên dijqanûnî û trafîka rişwetê ya ji hêla Reza Zerrab hatiye meşandin de serokwezîrê wê çaxê Erdogan wek koordînatorekî rol lîstiye.
Yanî Erdogan li Tirkiyê benê her aktorên siyasî bixe destê xwe û hemû saziyên dewletê gorî hişmendiya xwe rêxistinî bike jî, ji bo wî qadê liv û tevgerê her diçe tengtir dibe...
Li hember ev rewşa Erdogan û rejîma Tirk, ji bo destketiyên nû hên zêdetir qad ji pêngavên Kurdan re vedibe. Li Bakur ev nêzikî salekê ye, navçe û bajar têne bombebarandin, lê dewlet nikane serkeftinekê îlan bike, berovajî her diçe dixitime. Li Rojava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyona rizgarkirina Reqayê dane destpêkirin û li Ewropayê jî kar û xebatên dîplomatîk ên ji bo Rojava pêşdikeve. Pêşketinên li Rojava bandorê li ser Bakur jî dikin...
Bi giştî; wer xuya ye ku vê havînê nîşaneyên ji bo siberoja Tirkiyê, têkîliyên dewleta Tirk û Kurdan û statûya Kurdan a li Rojhilata Navîn wê hên zelaltir xwe bidin der...