Ev çend sal in tê gotin ku di hêla hest û psîkolojiyê de Kurd ji hestên Tirkiyeyî qut dibin!.. Hikûmeta Tirk jî ji ber vê rastiyê û ji bo pêşiyê ji kûrbûna vê yekê re bigire mecbûr mabû ku bersivê bide daxwaza Kurdan a destpêkirina hevdîtinên ji bo aştî û çareseriyê… Lê hikûmeta AKPê ji ber ku bêdil xwe avêt nava vê macerayê, di her gavê pêvajoyê de mejûyê xwe bi dek û dolaban û xapandina Kurdan re mijûl dike.
Hên jî mafên Kurdan ên nasnameyî û demokratîk mîna mafên rewa nayê dîtin û Kurd wek xelkekî xwedî îrade nayê naskirin. Wek encama vê ferasetê jî bûyerên mîna ya ku li Lîcê pêk hatî rûdidin. Kurdên ku bi awayekî aştiyane li hember çêkirina qereqolan nerazîbûna xwe nîşan didan hatin gulebarandin û xortekî Kurd ê 18 salî hate kuştin û deh kes jî bi giranî birîndar bû. Ji birîndaran Ronîda Pervane dibêje, “me rûyê xwe badabû û em vedigeriyan, leşgeran li pey me re gule barandin.“ Ev bêbextî jî di kesayetiya hikûmeta AKPê de feraseta dewleta Tirk a li hemberî hebûn û rastiya Kurdan radixe ber çavan: Însanên bê çek û bê parastin bi hovane û bêwijdanî tên gulebarandin û kuştin…
Hikûmeta Tirk ev mehek zêdetir e; polîtîkaya xwe ya qilêr a tevlîhevkirinê ya li dijî rojavayê Kurdistanê jî gurtir dike. An bi destê çeteyên Îslamîst ên kujer an jî dîrekt bi xwe dest davêje destkeftiyên Kurdên Rojava. Mîna ku ên berê û ew bi xwe heta îro jiyan ji Kurdan re kirine dojeh, hên jî li her deverên cîhanê destkeftiyên Kurdan ji xwe re dike hedef û êrîş dibe ser wana.
Kurd di aştî û çareseriyeke adil, wekhev û demokratîk de çiqas bidil bin jî, hikûmeta Tirk ewqas bêdil xuya dike!..
Ji ber ku Kurd her tim ji dewleta Tirk û hikûmetan helwestên wer dibînin, lêger û rojeva wan jî ji rojeva rojeva Tirkiyeyê qut dibe û qutbûna wan a psîkolojîkî jî her ku diçe kûrtir dibe. Kurd her ku diçe ji hêviya jiyaneke bi hevre xwe dûr dixin û ji bo siberojê dikevin nava xeyal û hêviyên cûda…
Li Tirkiyeyê û li Bakur Kurd du pêvajoyan an jî du rojevan bi hevre dimeşînin. Ji wan a yekê pêvajoya aştî û çareseriyê ye, ya duduyan jî pêvajoya rizgariya demokratîk û sazkirina jiyaneke azad e! Lê îro her tişt aşkereye ku her du pêvajo bi hevre û bi heman lezginiyê nameşin.
Hikûmeta AKPê tim û tim pêlî frêna aştî û çareseriyê dike, lê Kurd nasekinin û bi xwe pêvajoya xwe ya xweser bi rê ve dibin. Li hinda bi rêxistinîbûna di her warê jiyanê de, ji bo aştî û çareseriyê civîn, konferans û hewldanên girseyî bê navber didin pêşvexistin.
Tevgera Kurd di dawiya hefteya çûyî li paytexta Belçîka Brûkselê hêzên demokratîk ên diyasporayê yên ji Tirkiyeyê gişt anîn cem hev û meseleya demokratîkkirina Tirkiyeyê da niqaşkirin. Li Amedê jî kampanyayeke bi navê ‘Hikûmet Gavan Biavêje!‘ da destpêkirin.
Her çiqas di pirsgirêka Kurd de rojev bi navê pêvajoya aştî û çareseriyê were meşandin jî, wer xuya ye ku hikûmeta Tirk li vê havînê wê him li Bakur û Rojava û him jî li parçeyên din ên welêt, wê di nava êrîşên li dijî destkeftiyên Kurdan de be.
Ji ber vê yekê havîneke germ me dipê. Belkî germahî mirov sist dike,lê divê Kurd li her derê ji her demê bêhtir amade û şidandî bin. Û li dûv rojava xelkê kaş nebin, ji wê wêdetir, bi vîna xwe, bi rojeva xwe ya xweser re mijûl bin…
Havîneke germ me dipê!
Li Tirkiyeyê bi germahiya havînê re tansiyona siyasetê jî bilind bû. Ji ber ku hikûmeta Tirk ji bo aştî û çareseriyê tu gavên ku Kurdan îkna bike navêje, her ku diçe rojeva Kurdan a sereke ji rojeva sereke ya hikûmetê qut dibe…