Hawar helwêsteke neteweyî bû
Zeraq: Li ba min, helbesta modern ku bi qaîdeyên moderniya ku em fam dikin, ku cara yekem hatiye nivîsandin Bilûra Min a Celadet e. Û di Hawarê de helbestên dîtir ên nûjen ku em behsê jê dikin ên Qedrî Can in.
Nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq, Hawar weke destpêka Wêjeya Modern a Kurdî ye û encama weşanên beriya xwe û sedema yên piştî xwe ye. Zeraq ji Ajansa Mezopotamya (MA) ji Rêdûr Dîjle û Dîcle Muftuoglu re peyivî û ji bo Hawarê got: “Sedema Hawarê Eliyê Herîrî ye, Ehmedê Xanî, Mela Mehmûdê Bazîdî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî ye.”
Kovara Hawarê ku li paytexta Sûriyeyê Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’yan de dest bi weşanê kir, heta 15’ê Tebaxa 1943’yan bi giştî 57 hejmar weşiyan. Kovara Hawarê ku cara ewil di warê zanistî û zimanzanî de qaîdeyên rêzimana Kurdî, alfabeya Kurdî, rastnivîsa Kurmancî a latînî danîn, di warê ziman, çand û wêjeya Kurdî de wekî manîfestoyekê tê qebûlkirin. Dîroka weşana wê 15’ê Gulanê jî wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Bi boneya 15’ê Gulanê roja salvegera weşana Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî, nûçegihanên MA´yê Rêdûr Dîjle û Dîcle Muftuoglu bi nivîskar, wergêr û lêkolîner Dilawer Zeraq re axivîn. Teza Zeraq a bi navê “Bêjara Netewparêz Di Hawarê De” hatiye weşandin. Di hevpeyvînê de Zeraq behsa Wêjeya Modern a Kurmancî, tevkariya Hawarê ya ji bo wêjeya modern, kovar û weşanên piştî Hawarê li Tirkiyeyê û tevkariya Hawarê ya ji bo van kovaran peyivî.
Weke dawiya klasîkê Hecî Qadirê Koyî
Zeraq ji bo minaqeşeyên li ser destpêka wêjeya modern a Kurdî ku destpêka salên 1900´î û damezrandina saziyên Kurdî hingê weke destpêkê dibînin, dibêje, “Lê ew destpêka ku ji aliyê hin kesan ve tê qebûlkirin, wekî destpêka edebiyateke modern nîne. Beriya wê ji klasîkan kesê herî dawî ku em dikarin bibêjin tevî ku tê de hin nîşaneyên modernbûyînê hene jî, lê tam bi rengekî klasîk nivîsiye, Hecî Qadirê Koyî ye. Li cem min Koyî kes û şa’irê herî dawî ye ku bi metodeke klasîk daye ser riya helbesta klasîk û nivîsiye.”
Sedema vê reda xwe ya destpêka wêjeyeke modern a Kurdî a di navbera 1900 û 1918´an de jî Dilawer Zeraq wiha rave dike: “Bes çîroka Fûad Temo heye. Lê jê pêvtir hemû nivîsên di kovar û rojnameyan de hatine weşandin bêtir hêçane, gotar û meqale ne. Helbet ew jî beşek ji edebiyatê ne, lê di rojên îroyîn de gava ku behsa edebiyata modern tê kirin; bêtir helbesta modern, çîroka modern, çîroka nivîskî a modern û roman… Wê hingê berhemeke ku mirov karibe bibêje berhemeke wêjeyî ye derneketiye. Bes kovar hebûne, di kovaran de her cure nivîs hebûne. Bi dîtina min ew ne destpêkeke xurt e ku mirov karibe bibêje, ew dem destpêk e.”
Şikestina Şêx Ubeydullah weke vegera li Osmanî
Zeraq destpêkê digihîne kovara Hawarê û sedema xwe jî wiha îfade dike: “Bingeha wê ya sosyolojîk û bingeha wê ya hestên neteweyî gelek girîng e. Serhildana Mîr Bedirxan, bêtir wekî serhildaneke parastina “mîrîtî” û “îqtîdara” xwe ye. Ne bi rengekî neteweyî ye. Helbet li wê derê neteweyîbûn yan jî gelbûyîn, îqtîdara Kurdan jî heye. Lê di serhildana Şêx Ubeydullah de, cara pêşî di wê serhildanê de bi armanceke siyasî ya terîtoryal behsa Kurdistanekê hatiye kirin. Lê şikestinek pêk hatiye. Têkçûyîna wê bûye şikestineke bîr û baweriya di wê terîtoryayê de; ka wê ew terîtorya ava bibe yan jî ava nebe. Loma jî bi taybetî li Stenbolê ew komeleyên ku hatine avakirin û kovar û rojnameyên hatine derxistin hema bibêje di hemûyan de pêgirêdayîbûn, pêbestîbûn û jêdûrneketina ji Dewleta Osmanî heye. Xwestine ku di nav ummetê de çareseriyeke ji bo Kurdan bê pêşkeşkirin.”
Şikestina Şêx Seîd weke destpêkeke nû
Di dewamê de Dilawer Zeraq îşaret bi cihêtiya Serhildana Şêx Seîd dike, dibêje, têkçûyîna wê bi xwe re “şikestineke sosyolojîk û neteweyî di navbera Kurd û Tirkan de” çêdike. Zeraq li ser miajrê wiha dewam dike: “Têkçûyîna Serhildana Şêx Seîd ne têkçûneke tunebûnê ye. Têkçûneke wisa ye ku ji xwe gelek tiştên nû diafirîne. Yek ji wan tiştan jî ew e ku têkşikîn, jihevşikîn, jihevqetîn û ew derizîna ku berê çêbûye êdî nemaye. Digel encamên xwe jî, di navbera kurd û tirkan de bi temamî xeteke şikandinê çêbûye.”
Ji vir Zeraq berê xwe dide damezrandina Xoybûnê bi destê wan kesên ku carcaran pêşengiya Kurdan kirine, demeke dirêj di nava sîstema Osmanî û paşê bi Komara Tirkiyeyê re bûne, paşê mişextî Heleb û Şamê bûne. Li gorî wî, “Armanca Xoybûnê rasterast avakirina dewleteke terîtoryal a bi navê Kurdistan e. Yanî êdî têde tiştekî dîtir ku bidin ber dewletên dîtir an jî ber gelên dîtir ku wan nerm bikin û di nava tiştekî de çareseriyekê bixwazin nîne.”
Hawar bi helwêsteke neteweyî derdikeve
Di vê peywendê de Zeraq behsa destpêka kovara Hawar dike û dibêje, “Pê re jî Kovara Hawarê derdikeve. Bi taybetî bi helwest û hewldanên Celadet Bedirxan. Hê Serhildana Agirî têk naçe, hê şer berdewame Hawar dest pê dike. Yanî Serhildana Agiriyê di sala 1930’yî de dest pê dike, lê cih bi cih heta 35-36 jî didome. Lê Hawar di 1932’yan de derdikeve. Di heman demê de Hawar dibe rengek, agahdariyek, portreyek, wêneyeke ji wê serhildanê jî. Di wê navberê de helbet bi helwêsteke neteweyî Hawar derdikeve û hemû xebatên ku di Hawarê de tên kirin bi helwêsteke netewî tên kirin.”
Li ser wêjeya modern û Hawarê jî Zeraq wiha dewam dike: “Li ba min, helbesta modern ku bi qaîdeyên moderniya ku em fam dikin, ku cara yekem hatiye nivîsandin Bilûra Min a Celadet e. Û di Hawarê de helbestên dîtir ên nûjen ku em behsê jê dikin ên Qedrî Can in. Helbet li Silêmaniyê, li Başûr dibe ku hebin, em behsa wan nakin. Em bêtir behsa Bakur û Kurmancî dikin.”
Kê peyva Kurdî “ji erş anî ferş”
Ji bo Cigerxwîn jî Dilawer Zeraq dibêje, “Wek rehmetiyê Arjen Arî gotiye; Cegerxwîn peyva Kurdî ji erş anî ferş. Ev pirr girîng e. Pîrozî mirovan nêzî armanca xwe nake. Pîrozî bendek e, sînorek e, kend û kospeke xurt û hişk datîne di navbera mirov û armanca mirov de. Lê sedema vê gotina Arjen Arî ew e ku dixwaze bibêje, Cegerxwîn peyva Kurdî, gotina Kurdî, çanda Kurdî, rihê Kurdî kir ê Kurdan. Kurdan bi xwe fam kir ku rihê wan ev e. Digel vê jî çîrokên Celadet, çîrokên Kamûran Bedirxan, çîrokên Osman Sebrî li ba min yekem mînakên çîrokan in ku bi hişberiyeke modern hatine sazkirin. Û bi taybetî çîroka “Gazinda Xencera Min” tu kêmasiyeke wê, belkî gelek zêdehiya wê heye ji çîrokên Ewrûpayî yên wê serdemê. Ji ber vê yekê ez dibêjim, destpêka edebiyata kurmancî a modern Hawar e.”
Zeraq qonaxên beriya Hawarê jî weke amadehiya danîna hîmê Hawarê dinirxîne û dibêje, “Her qonax bingeha qonaxa berê ye û pişt re her qonax dû xwe bi xwe diafirîne. Loma jî heke ev qonax nînbûna, qonaxa Hawarê jî çênedibû. Ekola Hawarê jî çênedibû. Hawar jî dernediket.”
Ji bo qonaxa Hawarê li pey xwe anî jî nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq dibêje, “Ez wekî Qonaxa Hawarê, Qonaxa Tîrêjê, Qonaxa Rewşenê bi nav nakim. Lê ez dibêjim, Ekola Hawarê, Tevgera/Bizava Tîrêjê û Nifşê Rewşenê. Hawar Ekolek bû û di demeke kin de li dû xwe nifşekî dîtir ava nekir. Piştî Ronahiyê ma. Ji ber şert û mercên siyasî, konjukturî, ax û sînorî, bi her awayî nikaribû bikirana.
Em niha dikarin bibêjin, ma heke Hawarê kêm zêde hemû hestî, hestiyên esasî yên wî lingî ava nekiribana, wê Tîrêj hebûya? Wê Tîrêj tinebûya. Wê hin kovarên wê çaxê derketine, ji bilî Tîrêjê ez bawerim tevî ku siyasî ne jî tê de nivîsên edebî jî hebûne; Kovara Deng, Dicle-Firat, Dîcle Kaynagi û hwd. Yanî nivîsên Apê Mûsa bi xwe ji aliyekî ve wêje ne. Ev hemû xwe digihînin ku derê? Em ji Herîrî bigirin heta Hawarê, heta Tîrêjê hemû bi hev ve girêdayî ne. Wekî zincîreyekê ne.
Rewşen bi xwe, tevger û rabûneke postkolonyal e ku ew kolonyaliya klasîk qediyaye, lê tiştekî nû, ê dîtir didome hê jî li ser Kurdan. Rewşen ji bo şikandin û rabûna wê pêkanînê ye û helwêsteke bi vî rengî ye.”