Kovara ‘Hewara Botanê bi hejmara xwe ya nû careke din jî diyar kir ku tu zext nikare wê bide rawestandin. Kovara Hewara Botanê bi derdetina xwe ve hema bi girtina edîtor û berpirsyarên xwe rastî zilma dewletê hat, lê vê nê jî riya Hewara Botanê neda rawestandin. Di kovarê de çîrok, helbest, nivîsên li ser dîrokê, nivîsên li ser çand û ziman cih girtine. Her wiha jî hevpeyvîn. Yek ji wan hevpeyvînan bi helbestvan Berken Bereh re hatiye kirin. Di hevpeyvîna ku Bereh gotiye ‘Helbesta min dişibe axa xwe’ de ev gotin anîne ziman: “Ji bo min helbest bexçeyeke ku her kes li gor xwestekên xwe tiştikê lê diçîne an pirtûkekê ku her kes li gor xwestekên xwe wê dixwîne û tiştên dixwaze têde hatine bicihkirin.  Helbestvanî jî bi vê dîtinê ve girêdayî ye. Ez li welatekî dijîm ku her kêlikeke wê bi hezar pirs û êşan hatiye nexşandin. Ango her bihoştek ax û nişteciyên wê ji hezar deran hatine birîndarkirin û hê jî şûrê êşê bi hemû hêza xwe, xwe lê diceribîne. Vêca li welatê eşê ku zimanê te piçekî bikaribe bişixule û pênûsa te bikaribe hest û dilînên te darêje ser kaxezê, helbet tu yê wan bi sebra dayikekê binexşînî. Aha ez jî dixwazim her tişta li ser mil û dilê min dibe barekî giran bidime aliyekî, an wan nîşanî civatê bikim.”
Civaknas Zekî Ozmen bi sernavê ‘Ji pênûsa biyaniyekî destnîşankirina sînorên Herêma Botan’ nivîseke nivîsiye û qala sînorê Botanê kiriye. Ozmen li ser mijarê wiha gotiye: “Di der barê destnîşankirina sînorên herêma Botanê de gelek caran erdnîgariya di bin hikumdariya mîrnişîna Bedirxaniyan de wekî referans tê destnîşankirin. Lê di vê teoriyê de jî tê ji bîrikrin ku mîrnişîna Botan qada bandora xwe carinan heta Wan, Sêrt, Ûrmiye û Rewandizê berfireh dikir. Ji xwe Evdilrezaq Bedirxan jî di otobiyografiya xwe de dibêje ku begên mîrnişîna Botan carinan menzîla fermandariya xwe fireh dikirin û carinan jî ew menzîl dima di çarçoweya sînorên Cizîrê û Botanê de. Bi vî awayî jî tê fêmkirin ku sînorên hikumdariya Bedirxaniyan ne herêmeke diyar bû û sînorêr wê mînişînê li gora hêza leşkerî dihate guhartin. Cizîr û bi giştî herêma Botanê navenda vê mîrnişînê bû lê belê ne sînorê hikumdariya mîrnişînê bû.”
Ozmen qala lêkolînvanekî alman ê bi navê Martin Hartman dike ku wî jî li ser sînorên Botanê nivîsiye. Ozmen gotinên Hartman wisa neqil dike ‘Herêma Botanê ew erdingariya di navbera çemê Dîcle, ava Botanê û ava Xabûr de ye’ û vê gotina Hartman ku sed û panzdeh sal berê kiriye wekî referans û nêzî rastiyê nîşan dide.
Kovar ji bo balê bikişîne ser erdheja Wanê û trajediya wê derê berga xwe ya paşî jî li ser erdheja Wanê saz kiriye.

Her wiha Dr. Kamiran Elî Bedirxan, Hasan Kaplan, Omer Dilsoz, Eşref Keydanî, Yûnis Das, Mesût Botan, Mem Bawer, Ceng Hêvîdar, Bager Botani, Şivan Zeren, Feratê Dengizî, Egîd Botan, Abdulkadir Bîngol, Rukiye Ozmen, Çekdar Botan, Sîdar Jîr, Zîwer Îlhan, Veysel Vesek, Sekvan Botan, Ramazan Zirig, Helîm Yûsiv, Selamî Esen, Konê Reş, Rênas Xendekî, Çekdar Botan bi nivîs, helbest û xebatên xwe yên berhevkariyê di kovarê de cih girtine.

ŞIRNEX