Dageha Sulh Ceza ya Cizirê der barê kovara Hawara Botan ku ji aliyê 7 ciwanên Cizîrî ve hate çapkirin û li ser dîrok û çanda heremê lekolîn dikir, bi hinceta gotina "Kurdistan" û "gerilla" derbas dibe biryara komkirinê da. Li navçeya Cizîrê ya Şirneşê 7 ciwanên ku li hev kom bûn, di çarçoveya jiyana komîn de li ser kevneşopiya Celalet û Kamuran Bedirxan ku di 15'ê gulana 1932'an de kovara “Hawar” derxistibûn; Kovara Hawara Botanê çap kirin. Ciwanan Kovara Hawara Botane ku ji 76 rûpelan pêk tê û ji 2 mehan carekê tê çapkirin. Hêvmara meha îlon û cotmehê hate çapkirin û bi tevahî kurdî ye. Ciwanan, bi dirûşmeya "Xwendin mirovan xweşik dike" dest bi weşana kovarê kiribûn.

Her wiha dadgehe der barê niîskarê kovarê Mesut Candoruk ji ber heman gotinan doz vekir. Nivîskar Mesut Candoruk, bertek nişanî dozê da û ani ziman ku kovar bi kurdi ye û wiha gt: "Ji ber ku di kovarê de gotinên 'Kurdistan' û 'gerilla' derbas dibin der barê govarê de biyara komkirinê hate dayin û der barê min de doz hate vekirin."

ŞIRNEX