Li bajarên bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê di 6-9’ê Cotmehê de ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê gel serhildan da despêkirin. Lê endamên Hîzbul-kontra-HUDA PAR’ê bi polîs û leşkerên Tirk re êrîşî gel kirin û di encamê de 45 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Piştî şîdeta polîsan a li kolanan pêla binçavkirin û girtinê destpêkir, hikûmeta AKP’ê jî bûyerên qewimîne kir hincet û pêşnûmeya “ewlehiyê” ani rojeva meclîsê. Saziyên li dora hikûmetê kom bûne, kesên nêzî hikûmetê û çapemeniya alîgir jî tenê bi aliyê asayîşê ve nêzî mijarê bû û nexwestin sedema derketina serhildana Kobanê bibînin. Serhildana Kobanê ya ku ji kolanan heta gihîşt siyasetê û bandor li ser her tiştî kir Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle nirxand.

´AKP cidî nêz nebû´

Dîcle diyar kir ku berteka ku li dora berxwedana Kobanê pêşket divê berê ji aliyê hikûmetê ve bihata dîtin û li hemberî vê yekê tedbîr bihata girtin û ev tişt anî ziman: “Hevdîtinên hevalên me yên parlamenter bi serkowezîr û rayedarên hikûmetê re, dîsa hevdîtinên birêz Ocalan a bi rayedarên hikûmetê re hate gotin ku heke Kobanê bikeve dê pêvajo li holê nemîne. Hikûmet bi awayeke erzan nêzî pêvajoyê bû, fêm nekir û bêberpirsyarî nêzîk bû. Berovajî li şûna xetereyê bibîne daxuyaniyên ku gelê kurd taxrîk dike ji aliyê serokomar, serokwezîr û wezîran ve hat dayîn. Herî dawî ‘hawara’ ji rêveberaya Kobanê hat hêzên koalîsyonê yên heta wê rojê wekî ku dost li bazarê bibînin tankekî dixistin ji nişka ve teqînek çêbû û ev ji aliyê siyasetmedaran ve jî hate dîtin.”

´Bûyerên bê kontrol çêbûn´
Dîcle bilêv kir ku piştî ku ev tişt qewimîn hikûmetê kêmasiyên xwe hişt aliyekê û ji bo bûyerên qewimîn kete nava lêgerîna sûcdarekî û di vê pêvajoyê de HDP wekî sûcdar hate îlankirin. Dîcle da zanîn ku HDP bi awayeke neheq hate hedefgirtin û “Hawara” li Kobanê nîvê şevê hat bi taybetî ji bakurê Kurdistanê alîkarî xwestin bû sedema teqînê û li her derê gel daxist kolanan. Dîcle li ser tiştên ku qewimîn rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên hikûmetê di hedefê de bûn lê hin bûyerên talanê tu caran ne li gorî felsefe û fikra me ne yên wekî şewitandina cenazeyan, avêtina ji caman, tiştên ku wekî kirinên DAIŞ’ê tîne bîra mirovan qewimîn.” Dîcle anî ziman ku di bûyeran de bêkontroliyek çêbûye û ji bo vê jî hin hîsên wî yên di vê mijarê de heye ku dewleta parelel, ên pêvajoya çareseriyê naxwazin, dixwazin gelê kurd di nava xwe de hevdu bikuje ve hatiye organîzkirin.

‘Li Çewlikê înfaz pêk hat´

Dîcle da zanîn ku dîtina çavkaniya bûyeran berpirsyariya hikûmetê ye û divê ev yek wekî nemayeke siyasî neyê bikaranîn û ew tiş anî ziman: “Divê siyaseteke ku HDP’ê dike hedef neyê meşandin. Li Dîlokê hate dîtin ku polîsan sor kirine. Teşkîlata polîsan a hikûmetê dikare tiştekî wisa bike? Bi rastî rê ji gumanan re vedike. Li qadên ku avasaziya parelel herî zêde lê xurt e daraz û polîs e. Ev li Kurdistanê li ser piyan in? Li gorî me li ser piyan e. Dest nedan van. Di bûyera Çewlikê de ev baş hate dîtin. Bi daxuyaniyên serokwezîr re derket holê ku herdu bûyer ji hev cuda ne. Bûyera li nêzî Kanîreşê teqez bûyereke înfaza bêdaraz e, ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatiye kirin. Li Çewlikê wekî 93’yan hêzeke dixwaze pêvajoyê sabote bike heye. Piştî bûyera li Çewlikê çend rojan li Kanîreşê tiştekî wisa qewimîn, nîşan dide ku bi HUDA PAR û Hîzbullahê weke hêzeke sêyamîn heye û dixwaze wekî demên berê pevçûna di navbeda Hîzbullah û PKK’ê derxîne.”

‘Gur ji hewaya mij hez dike’

Dîcle destnîşan kir ku tevgera kurd ji bo provokasyonan bi tecrube ye û mînaka qetilkirina Mehmet Sîncar a di salên 90’an de da. Dîcle diyar kir ku xwestin qetilkirina Sîncar bixin stûyê Hîzbullahê, lê derket holê ku kujer ne Hîzbullah e. Kujer îtîrafkar Alaattîn Kanat û Adem Yakin ên li lojmanên OHAL’ê diman bûn. Dicle wiha pê de çû: Em dizanin kujer kî ye. Tecrubeyên me hene. Yên ku ev kirin JÎTEM bû. Îro belkî JÎTEM nîn e lê dewleta parelel a ku li dijî pêvajoya çareseriyê ye heye. Ya ku vê derxînê holê dewlet e. Heke hikûmet dixwaze pêvajoya çareseriyê pêş bixe divê kujerên wan bûyeran derxîne holê û pirsyar bike.”


DIHA/AMED