Bi geşedanên Rojava kome rojnameger hatin cem hev û di 1'ê adara 2013'an Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) avakirin. ANHA di heman demê de erka dibistana rojnamegeriyê dibîne, geşedanên li Rojava ligel qutbûna ceyran, înternet û telefonê bênavber ji cîhanê re radigihîne. Ji edîtorên ANHA'yê Dîlyar Cizîrî, diyar kir ku berî şoreşa gel çapemeniya yekdeng hebû û wiha got: "Berî şoreşa Rojava tenê kovarek dihate derxistin û ev kovarî bi veşarî dihate belavkirin. Bi taybet zextên rejîm li ser qada çapemeniyê pêktên û herî zêde çapemeniya Kurd ji van zextan bi bandor bû. Cizîrî, anî ziman ku li Rojava kevnaşopiyekî rojnamgeriyê ya bi pergal tuneye lê piştî şoreşê ji bo vê yekê bingeh hate avêtin û wiha axivî: "Mîrateyekî çapemeniya Kurd bigirin tuneye. Em dikarin bêjin li Rojava çapemeniyê ji sifirê dest pê kir. Bi bandora şoreşê em ajansa xwe ANHA avakir. Ji bo nûçe bên û xebatên ajansê pêk bên em dest bi xebatan kir."


Ajansa pirzimanî
Cizîrî, da zanîn ku amadekariyên ajansê hinek dirêj bû û di destpêkê de bi du zimanan Kurdî û erebî dest bi weşanê kir. Cizîrî, bilêv kir ku pişt re zimanên îngîlîzî, rusî û îspanyolî lê hatin zêdekirin û bi vê yekê ji hemû gelan re nûçe serwês kirin. Cizîrî, destnîşan kir ku di piştî şoreşê dest pê kir ceyran û înternet tunebû û wiha pê de çû: "Nûçegihanekî me ji bo nûçeyekê 100 km rê diçû dihat. Ji ber ku ceyran, telefon û înternet tunebû nûçegihanê me nedikarî nûçeyê binivîse û biavêje." Cizîrî, destnîşan kir ku ANHA'yê yekemîn li Qamişloyê nûçe derbas kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Îro li hemû bajarên Rojava buro û nûçegihanên me hene. Lê ev hemû bi zehmetiyên mezin hatin vekirin. Tenê li Rojava na li Helep û Şamê jî bûyerên me hene lê li Şamê ji ber zextên rejîmê nikarin bi rihetî tevbigerin." Cizîrî, da zanîn ku ji bo bigihijîn nûçeyên li hemû qadan çavkaniyên nûçeyan çêkirin û naxwazin tenê bi Rojava û Suriyeyê bi sînor bimînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca me ew e ku dengê hemû gelên Rojhilata Navîn rabigihînin. Ji ber ku hinek kesên berê li vir rojnamegerî nedikirin. Ew jî li gorî desthilatdariyê tevdigeriyan."

Şikandina bandorên rejîmê
Ji edîtorên ANHA'yê Hevîdar Xalid ji diyar kir ku dema şoreşa gel a Rojava dest pê kir rojnamegerên jin gelek zehmet kişandin. Xalid, anî ziman ku li Rojava jin peywirekî wisa girt û ji malê derket bi serê xwe şoreşek e. Xalid, da zanîn ku rejîma Baas bi salan li ser civakê bandorekî neyînî hişt û wiha got: "Bandora rejîma Baas a li ser civakê û kes hiştî şikandina wê gelek zor bû. Rojnamegerî û nûçegihanî berî her tiştî fikirandinekî azad û berfirehî pêvîst e. Berî herî tiştî diba ku bandora li ser civakê hatî afirandin bê şikandin bû û heye ev hate şikandin gelek zehmetî hatin kêşandin."
Xalid, bilêv kir ku piştî jin tevlî xebatên çapemeniyê bûn di civakê de hinek tişt şikestin û nêrîna berî şoreşê ya di civakê de ya jin nabe rojnameger, nikare qemerayê bikarbîne û wêneyan bikşîne şikandin. Xalid, da zanîn ku divê bi pêşengiya jinê di şoreşê de bi zimanê jinê çapemenî pêş bikeve.



ÎSMAÎL ESKÎN/DÎHA/QAMÎŞLO