Sala 2014´an Miyazaki da zanîn ku ew ê kartonên bi kompûterê jî carekê be çêke; hingê behsa filmeke kurt dikir ku wê tenê li muzeya Ghibli bihatana nîşandan. Niha derket holê ku Miyazaki ev proje hêjayî fimeke metrajdirêj dîtiye. Di bernameyeke televizyonê ya li Japonyayê de Miyazaki navê projeya xwe jî eşkere kir, Kemuşî No Boro ango Boro yê Maşot. Miyazaki got, ew hêvî dike kurtefilma projeyê di nava salekê de timam bike û filma dirêj jî wê bi salan dewam bike, lê beriya olîmpiyadên Tokyoyê timam bike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN