Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan HBDHʼê berpirsiyariya çalakiya li Enqerê ya li dijî Roketsanê girt ser xwe. HBDHʼê di malpera xwe ya fermî de da xuyakirin ku Yekîneya Tolhildanê ya Têkoşer Gever çalakî 07.04.2020 li Elmadag a Enqerê li dijî fabrîkeya roket û fuzeyan ROKETSANê pêk aniye. HBDH di daxuyaniya xwe ya li ser çalakiyê de agahiyan jî dide û dibêje, çalakî bi teknîkeke taybet hatiye kirin. Di çalakiyê de teqîneke mezin çêbûye û depoya maddeyên xam bi temamî hatiye rûxandin. Yekîneya çalakî pêk aniye, gelek kuştî û birîndar dîtine, lê nekariye hejmarê tesbît bike. Yekîneya çalakî pêk anî, bêyî zirarê bibîne gihişt nuqteya xwe ya ewle. Di daxuyaniyê de bang li gelên Tirkiyê û Kurdistanê jî tê kirin û tê gotin: “Divê hûn baş zanibin hukûmet ji we didize û tevî ku şewb heye, qurişekê jî ji bo we xerc nake û hê jî li Lîbya, Idlib, Rojava û deverên din li pey xeyalên dagirkeriyê ye, esker û cebilxaneyê vediguhezîne. Faşîzma AKP-MHPê her roj êriş dibe ser Şervanên Azadiyê yên Kurdistanê û Hêzên Şoreşger ên Tirkiyê; deşt û çiyan bombardûman dike; halanên serketinê dide xwe. Ji ber ku ew jî dizane li dijî faşîzm û mêtingeriyê wê tehlûkeya herî mezin hêzên gerîla û têkoşîna me ya yekbûyî ye. Faşîzm di şerê erdê re nikare li hemberî hêzên gerîla xwe bigire, seba vê jî bi tenê bi êrişîn hewayî xwe li ser piyan digire. Artêşa Tirk a dagirker, 20ʼê Tebaxa 2019an di êrişeke hewayî de bi rokêtan yek ji fermandarên PKKê û hevgirê me, fermandar Têkoşer Gever şehîd bûye. Ew yek ji wan fermandaran bû, di tinekirina çeteyên AKP'ê de bi roleke girîng rabibû. Em weke HBDH'yê şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin û em careke din dibêjin, em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin. Em radigihînin, me weke bersiva li dijî êrişên li ser hevrêyên me û qadên me, li dijî fabrîka roket û fuzeyan ROKETSAN'ê ya bîbîka çavê artêşa Tirk bû, çalakî pêk anî.” NAVENDA NÛÇEYAN