HDK Hollanda li paytext Amsterdamê kongreya xwe ya avakar pêk anî. Di axaftinan de hate diyarkirin, çewisandî bi yekbûnê û berxwedanê wê bikaribin AKP’ê hilweşînin.
Li kongreyê di serî de KCDK-E, CDK-Hollanda, HÎTB, DÎDF, ATILIM gelek komên Elewî, şoreşger, demokrat û pêşverû amade bûn. Wekîlên HDP’ê Ertugrul Kurkçu û wekîlê berê Ozdal Uçer jî li kongreyê amade bû.
Kurkçu diyar kir, pêdiviya hemû çewisandiyan bi avakirineke nû ya hevkariyê heye û got, AKP bi berxwdan, nakokiyên navxweyî û bi zextên navnetewî dikare were têk birin. Kurkçu got, ‘’dibe ku şertên me ne weke hev bin lê berxwedêr bi yekbûnê dikarin bi ser bikevin’’
Uçer diyar kir, ciwanên ku li Ewropa dijîn, ji bo ku ji rastiya xwe dûr nekevin divê di nav hewldanan de bin û got: ‘’Ciwanên me divê di qada navnetewî de raya giştî ava bikin. Derî bi derî divê bigerin û bikevine lêgerîna heq, hiqûq û dadmendiyê. Divê saziyên mafê mirovan ên navnetewî rakin ser piyan. Heke em bikaribin zarokên xwe bibihistyariya li ser welêt bigihînin wê demê me yê gelek tişt bi ser xistibin. Divê em zarokên xwe ji wan rêyan dûr bixin ku dixwazin bi rêyên hêsan bibin xwedî pere. Heke em ciwanên girêdayî nirxên civakî, bihistyar bigihînin wê demê li dîasporayê em ê gihiştibin armancên xwe.’’
Li kongreyên meclîsek hate avakirin ku ji 48 kesan pêk tê. Ji bo hevseroktiyê Agît Helebest û Şafak Arabacî hatin hilbijartin.
Kongre bi stranên Ozah Ulaş û Ozan Bager bi dawî bû.
AMSTERDAM