Hilbijartina 31’ê Adarê ya Reveberiya cîhî nêzîk ma. Ji niha de partiyên têkevin hilbijartinê namzetên xwe diyar dikin. AKP û MHP’ê dîsa ji bo hilbijartina herêmî jî di nava xwe de îtîfaq avakirin. AKP û MHP’ê namzetên xwe diyar kirin. Lê HDP’ê diyar kir ku wê serlêdana bernamzetan heta 12’ê kanûnê dirêj bike û piştî serlêdanan wê li bajarên kurdan bi pêşhilbijartinan namzetan diyar bikin. Li bajarê metrepolan jî hem li gorî hilibjartinê hem jî li gorî îtîfaqên hêzên herêmê dê namzetan diyar bikin.
Navenda HDP’ê ji bo namzetên îtîfaqan û xebatên hilbijartinê dest bi xebatan kirin. Pêr Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) li ser namzet û profîlê namzetan niqaş kirin.
Di civînê de hem li ser tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî li ser namzetan niqaş hatin kirin. Di niqaşan de hat diyar kirin ku li bajarên ku dengê wan lê zêde wê bi rêya sindoqan namzetan diyar bikin. Li cihê ku rêjeya dengê wan lê kêm jî bê bi tifaqa hêzên herêmî namzetan diyar bikin. Dîsa dê navend jî hin namzetan diyar bikin û di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin .Li gorî kulisan tê diyar kirin ku wê li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê bi rêya îtîfaqan namzetan diyar bikin. Li gorî gotegota, HDP ji bo Stenbolê Celal Dogan, Ji bo Îzmirê Sirri Sakik ji bo Edeneyê Fatma Kurtulan û ji bo Mêrsînê jî wekîlê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bilgen tê axaftin.
MA/ENQERE