Alîkara Hevserokên HDP’ê ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Yûrdûsev Ozsokmenler got, “Karên girîng hatin kirin, lê kêmasî û şaşîtî jî hene. Em ê dersan ji van derxînin. Em ê modela xwe nû bikin. Bi modeleke hîn baştir, em ê derkevin pêşberî gelê xwe.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Amedê “Komxebata Rêveberiyên Herêmî” li dar dixe. Hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevberdevkên HDK’ê, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktîvîstên TJA’yê û pêkhateyên HDP’ê beşdarî komxebatê dibin. Mijara bingehîn a civînê wê “Tecrûbeya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk” be. Alîkara Hevserokan a ji Karê Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Yûrdûsev Ozsokmenler beriya pêkhatina vê komxebatê li avahiya HDP’ê ya Amedê civîneke agahdarkirinê ji çapemeniyê re li dar xist. Ozsokmenler diyar kir ku ew ji gelek aliyan ve xwe ji bo hilbijartinên herêmî amade dikin.
Kêmasî wê bên nirxandin
Ozsokmenler ragihand ku di komxebatê de ew ê kêmasiyên xwe yên heta niha tespît bikin û ji bo çareserkirina wan rê û rêbazan diyar bikin: “Nûnerên meclîsên me yên jin û ciwanan, meclîsa partiyê, koma me ya parlamenteran û pêkhateyên me, wê xizmetên me heta niha kirine û kêmasiyên derketine holê binirxînin.”
Ozsokmenler bi bîr xist ku ji sala 1999’an û vir ve tecrûbeyeke wan a rêveberiyên herêmî heye û wiha pê daket: “Di nava vê tecrûbeyê de gelek karên girîng ji aliyê xizmetên şaredariyê ve hatin kirin, lê kêmasiyên cidî jî derketin holê. Hin şaşîtî hatin kirin. Pêwîst e em van hemûyan bi rengekî objektîf tesbît bikin. Em ê bi hemû pêkhateyên xwe ji şaşîtiyên xwe dersê derxînin û polîtîkayên pratîkî û modeleke şaredarvaniyê ya ku li serdema heyî tê, tesbît bikin. Em ê guh bidin pêşniyazên hevalan. Ne tenê DBP, pêkhateyên me yên din jî xwedî tecrûbeyên girîng in. Em ê modela xwe nû bikin. Kêmasiyên xwe çareser bikin. Û bi modeleke hîn baştir derkevin pêşberî gelê xwe.”
AMED