HDP’ê li Edîrneyê dest bi kampanya xwe ya hilbijartinê kir ku namzedê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş lê girtî ye. Ji bo vê yekê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî xwestin Demîrtaş bibînin, lê belê dewleta Tirk destûra hevdîtinê neda. Piştî destûr nedana hevdîtinê heyeta HDP’ê xwest li ber girtîgehê daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê ji vê yekê re jî destûr nehat dayin. Lewma heyetê li cihekî ku bi 5 kîlometreyan dûrî girtîgehê ye daxuyanî da.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ji bo dîtina namzetê xwe yê Serokkomariyê ew hatine Edîrneyê û tevî ku daxwaza xwe ya hevdîtinê beriya heftyekê ji Wezareta Edaletê re ragihandibûn jî hem bersiv ji wan re nehat dayin, hem jî destûr nehat dayin ku li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Namzedê bi milyonan kesî ye
Bûldan diyar kir ku ev astengiya ku rayedarên hikumetê derxistine pêşiya wan, cihê şermê ye û wiha peyivî “Birêz Demîrtaş namzedê bi milyonan kesî ye. Hêviya bi milyonan e. Birêz Demîrtaş namzetekî partiyekê ye ku 6 milyon deng standiye. Hûn dikarin Birêz Demîrtaş li nava çar dîwaran dîl bigirin, lê belê hûn ê nikaribin wî ji dilê bi milyonan mirovî derxînin. Hûn ji wêrekiya Demîrtaş ditirsin. Tirsa we ji şêweyê wî yê rêvebirina welêt e. Lewma hûn Demîrtaş dîl digirin.”
Bê edaletî wê 24’ê Hezîranê biqede
Bûldan îşaret bi biryara neberdana Demîrtaş ji hepsê jî kir û got: “Birêz Demîrtaş û hemû hevalên me yên dîlgirtî ne, wê ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve bên berdan. Bila her kes bi vê zanibe. Ji bo em Birêz Demîrtaş roja 24’ê Hezîranê ji girtîgehê derxînin em bi rê ketin. Em ji vir soz didin Birêz Demîrtaş; êvara 24’ê Hezîranê wê gelê me li vê derê te bi govendê pêşwazî bike. Hûn ne bi tenê ne, bi milyonan mirov bi we re ne. Bê edaletî wê 24’ê Hezîranê biqede. Bi milyonan mirovên ku bi hesreta aştî, edalet û demokrasiyê ne, wê we ji girtîgehê derxînin.”
Em dibêjin; edalet ji bo her kesî
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî got, “Hiqûq ji bo me hemûyan divê. Em dibêjin; edalet ji bo her kesî, edalet ji bo Demîrtaş. Em xwedî li dengê xwe, li îradeya xwe ya siyasî, li paşeroja xwe derkevin. Ji bo Demîrtaş demek ji ya din zûtir azad bibe, divê her kes li cihê lê ye dengê xwe bilind bike.”
ANF/EDÎRNE