DÎREN YÛRTSEVER / MA/ENQERE

Navenda Komîteyê Rêveber a HDP’ê biryar da ku li dijî êrişên li ser goristanan, tayînkirina qeyûman û operasyonên bi armanca qirkirina di qada siyasî de pêngavek nû ya têkoşînê bide destpêkirin. HDP’ê diyar kir ku wê bi rêxistinên demokratîk ên Tirkiyeyê re ji nû ve tor û tevna têkoşînê saz bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û înkarker, di demên dawî de êrişên li dijî gorên zarokên Kurdan zêde kir; qeyûman tayîn dike û siyasetmedarên Kurd digire dixe girtîgehan. Li aliyê din siyasetmedarên Kurd ên girtî jî nayên berdan. Navenda Komîteya Rêveber a HDP’ê biryar girt ku li dijî êrişên goristanan, tayînkirina qeyûman û operasyonên bi armanca qirkirina di qada siyasî de pêngavek nû ya têkoşînê bide destpêkirin. HDP’ê diyar kir ku wê bi rêxistinên demokratîk ên Tirkiyeyê re ji nû ve tora têkoşînê ava bikin. Bi taybetî piştî êrîşên li dijî endam, rêveber û nûnerên HDP’ê zêde bûn, Komîteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê li hev kom bû û biryara mezinkirina tora têkoşînê da. HDP’ê anî ziman ku li dijî van êrişan dê serî netewînin û dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Têkildarî vê biryarê dê hefteya pêş me Hevserokên HDP’ê plan û bernameya çalakiyan bi raya giştî re parve bike.