Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvgera komkujiya Cizîrê de daxuyaniyeke nivîskî da û got :”Çi sivîl, çi leşker ji bo ku di hêla siyasî û hiqûqî de hesab bidin, em ê têkoşîna xwe her bidin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, Cizîrê li dawiya operasyonên dijî mirovahiyê weke bajarê ku ‘jêrzemînên mirinê’’ lê qewimî derbasî dîrokê bû û bi vî rengî dewam kir: ‘’Di qedexeya derketina derve de 211 kesên ku nasnameya wan diyar bûyî, 72 kesên ku nasnameya wan diyar nebûyî jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokên di pêçekê de bigirin ta bi ixtiyarên 80 salî, jin, zarok, xwendekarên zanîngehê hatin înfazkirin. Ev rastî di serî de di rapora Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, di raporên gelek parlamento, saziyên rêxistinên civakî, di raporên saziyên mafê mirovan de cih girt. Hovîtiya li Cizîrê derbasî dîrokê bû. Ên ku asteng kirin şandeyên navnetewî û çapamenî werin Cizîrê nekarîn asteng bikin ku ev rastî werin nivîsin, axaftin û rapora wan were girêdan.

Em ê yek gavê jî xwe li paş nehêlin ku berpirsên komkujiya Cizîrê û bajarên din ên Kurd derxînin ber hiqûqê, di serî de Hikûmeta AKP, ji bo hemû kesên ku biryara komkujiyê dane, kirine, çi sivîl, çi leşker ji bo ku di hêla siyasî û hiqûqî de hesab bidin, em ê têkoşîna xwe her bidin.” 


 ENQERE