HIDIR ATEŞ / BERLÎN
Heyeta HDP´ê ya ku ji destpêka hefteyê ve hevdîtinên dîplomatîk dike, bi çalakiyekê li Berlînê bi xelkê re hat cem hev. Cemaeta Dersimî ya Berlînê çalakî bi rêxistin kir û gelek elaqe nîşanî çalakiyê hat nîşandan. Çalakiya ku mîna şahiyekê bi rê ve çû, bi beşdariya Nûnerên HDP´ê li Elmanyayê Leyla Îmret û Sinan Önal, parlamenterê wê Dersimê Alican Onlu, parlamentera Batmanê Felaknaz Uca, parlamenterê Mêrdînê Prof. Mithat Sancar û Hevserokê HDP´ê Dr. Sezaî Temellî û axaftinên wan pêk hat.
Hevserokê HDP´ê Temellî got, AKP dixwaze faşzîmê bi sazûman bike û HDP bi bernameya neteweya demokratîk û demokrasiya radîkal li ber vê radibe. Temellî ji bo hilbijartinên 31´ê Adara 2019´an ên herêmê jî got, heger ew weke muxalefet karibin bibin yek û li dijî faşîzmê tê bikoşin, “31´ê Adarê li welêt gelek tişt biguherin; ev ê ji bo desthilatdariyê bibe destpêka dawiyê.”
Elmanya divê helwêsta xwe niguhere
Temellî got, di hevdîtinên xwe yên li Berlînê de wan ji rayedarên dewleta Elman û partiyan re gotiye, “Erdogan wê serdana Elmanyayê bike. Ma wê bi bernameya demokrasiyê bê? Na. Tê ku kredî û fonan peyde bike da ku qaşo welêt ji wê avzêma wê tê de teqinandî xilas bike. Ji bo çi bû serokê fona milk? Tê ku fonan bifiroşe. Em endîşeyên Ewrûpa û Elmanyayê fêm dikin. Lê hûn çi qasî di nav van endîşeyan de asê bibin, ev bela wê mezin bibin û bên devê deriyê we. Heger hûn bi Erdogan re bipeyivin, dema we ev kir hûn pirsgirêkên demokrasî, azadiyan û pirsgirêka Kurd nebînin, tenê bi mijarê weke ku tîcaret be dakevin, hingê hunê destekê bidin rejîma otorîter. Tirsa we ya ji penaberan heye. Heger hûn vê naxwazin, xwedî li Efrînê derkevin.”