HDP li Amed, Îzmir û Stenbolê bi awayekî hemwext îro starta kampanya “Na" dide destpekirin. Di civînên srartên referandûmê de dê nexşerê bê aşkerekirin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo referanduma 16'ê Nîsane dê îro li 3 navendan srarta kampanya 'Na' bide destpêkirin. HDP, dê di 2'ê Adarê de li Îzmir, Amed û Stenbolê starta xebatên referandumê bi civînên çapemeniyê dide. HDP dê li 3 bajaran civînên girseyî pêk bîne û li gorî xweseriya wan peyam bide. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û parlamenterên HDP'ê dê beşdarî van civînan bibin. Gelek rûsipiyên Kurd û nûnerên saziyên sivil ên civakî jî hatin dawetkirin. 

Wê nexşerê bê aşkere kirin

Ji bo nexşerêya referandumê broşur û pirtûk hat amadekirin û dê di starta referandumê de bê aşkerekirin. Xebatên referandumê dê heta 16'ê Nisanê berdewam bikin. Logo, afiş, slogan û muzîka ku di referandumê de bê bikar anîn dê di starta îro de diyar bibe. Her herêm dê li gorî xweseriya xwe logo, pankart û dowîzan diyar bike. 

Muzîka referandûmê amade ye

Di xebatên referandum û civînên gel de dê muzîk bê amadekirin. Muzîka ku di xebatan de bê lêdan ji niha de hat amadekirin. Siloganên û zimanên wan li gorî herêman hatin diyarkirin. Dê peyamên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bên parvekirin. Dîsa dê sînevîzyon bên temaşekirin. Civînên ku sibê li Amed Îzmir û Stenbolê pêk bê dê bi weşanên zindî bên parvekirin 

Hevdîtinên gel dê sibê li Amedê saet di 12.00’an de li Salona Kaplan City ya Peyasê, li Stenbolê li Otela Dedeman Otel Lewetê û li Îzmire jî li Navenda Pêşandanê ya Kongreya Tepekule ya MMO'ê pêk bê. 


 ENQERE