Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de AKP’ê dengdayîna li Swêdê xistibû nava rojekê. Tevî ku bi sedan Kurdistanî, Tirkiyeyî û nûnerên partiYên siyasî bi awayekî nivîskî li dij vê rewşê derketibûn jî, gavek nehatibû avêtin.

Tevî van hemû astengiyan jî, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de HDP’ê ji sedî 42 ê dengan bi dest xistibû û bûbû partiya yekemîn.

Li Danîmarka ya ku 32 921 hilbijêr hene dengdayîn wê 18 rojan, li Norwêc a 8104 hilbijêr hene dengdayîn wê 7 rojan bê kirin. Lê belê li Swêd a 37 hezar 73 hilbijêrên xwe hene, bi tenê 2 roj ji bo dengdayînê hatin destnîşankirin.

Kurdistanî û dostên wan pêr bi dehan wesayîtên ku bi alên HDP’ê hatin xemilandin, li nava kolanên Stockholmê geriyan.

Muşahîdên HDP’yî jî duh êvarê hatin cem hev û amadekariyên xwe yên hilbijartinê careke din nirxandin.


500 dildar dixebitin

Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya Swêdê Hasan Bozlak piştî civînê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku mîna hilbijartina bihurî, di vê hilbijartinê de jî ew xwedî îdîa ne. 

Bozlak da xuyakirin ku di dengdayîna dawiya hefteyê de ew ê careke din li Swêdê bibin partiya yekemîn û AKP’ê bi cudahiyeke mezin a dengan têk bibin.

Bozlak ragihand ku bi qasî 500 dildarên HDP’ê re ev 2 meh in ew li  Swêdê dixebitin, kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal digerin û got, “Li gelek bajar û taxan me stand vekirin. Me civînên gel lidar xistin.”



MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM