ZEYNEP KÛRAY
ANF/STENBOL
Suryaniyên ku dîsa wê dengê xwe bidin HDP’ê:Alîkarê Serokê Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Mezopotamyayê Edîp Arslan destnîşan kir ku Suryanî wê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş. Arslan got, “HDP partiya me ye.”
Alîkarê Serokê Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Mezopotamyayê Edîp Arslan ku di nava Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK’ê de cih digire, anî ziman ku di vê hilbijartinê de jî dengê Suryaniyan ji HDP û Demîrtaş re ye.
Arslan ji malbateke Suryanî ye ku sala 1977’an neçar ma ji navçeya Mîdyadê a ser bi Mêrdînê ji ber zext û zilmê koçberî Stenbolê bibe. Arslan diyar kir ku zêdeyî 100 salan e ku Suryanî li ser vê axê tine tên hesibandin û got, “Ji sala 1915’an û vir ve zilma li me tê kirin, qet neqediya. Yek ji sê parên nifûsa me tine kirin. Gundên me hatin valakirin, em bi zorê ji cih û warê xwe hatin derxistin, hatin kuştin û bi hinceta baweriya me, mafên me hatin binpêkirin.”
Zilm dewam dike
Arslan gotm ev zilm di dema desthilatdariya AKP’ê de jî dewam dike û herî dawî qeyûmê sala 2017’an Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dagirkirî, dest danî ser milkên Suryaniyan. Arslan da xuyakirin ku hemû dêr, keşîşxane, goristan û cih û warê Suryaniyan hatin desteserkirin û radestî Serokatiya Karên Diyanetê hatin kirin. Arslan got, “Me îtiraz kir. Niha nihek malên me hatin vegerandin, lê pirraniya wan hê desteserkirî ne.”
HDP bû dengê Suryaniyan
Edîp Arslan bi bîr xist ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemcar bi saya HDP’ê Suryaniyekî cihê xwe li meclîsa Tirkiyeyê girtiye û got, Suryanî HDP’ê weke partiya xwe dibînin. Li gorî Arslan, HDP yekane partî ye li Tirkiyeyê ku demokrasiyê, reng û dengên cuda temsîl dike û di hilbijartinan de jî HDP wê zêdeyî 15 ji sedî yê dengan wergire.
Di dewama axaftina xwe de Edîp Arslan îşaret bi dîlgirtina Selahattîn Demîrtaş kir û got, dîlgirtina wî tê wateya dîlgirtina demokrasî û hiqûqa li welêt.
Arslan destnîşan kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê firsend e û got, “Roja 25’ê Hezîranê wê welatekî ji hemû rengan ava bibe.“