
HDP wê xebatek çawa bimeşîne?
Weke jineke Kurd ku piraniya jiyana xwe li aliyê Tirkiyeyê derbas kiriye, dikarim bêşik û guman bêjim ku bizava kurd hêvî û pêşeroja gelê tirk e jî. Tevgera şoreşger a Tirkiyeyê salên dirêj daxwazên kurdan weke ciyawazî dîtin, li gorî wan divabû pêşî şoreş pêkhatiba û dû re jî mafên gelan bihata dayîn. Ango li gorî termînolojiya marksîzmê pêşî şoreş û dû re jî mafên neteweyan, herwisa hizra li ser mafên jinê jî di heman çarçoveyê de bû. HDP projeya tevahiya Tirkiyeyê ye; ev proje herwisa navê îradeya rizgariya gelê kurd e ku dixwaze gelên din yên li Tirkiyeyê bike hevparên têkoşîna azadî û demokrasiyê. Îstîsna li derê hanê rastiyeke wiha derketiye holê; her kurd hindek tirk e, her tirk jî hindek kurd e...
Têkiliyên Kurd û gelên din çawa ye?
Ez li hemberî rexneyên ku dibêjin HDP projeyeke çewt e vêna dibêjim. Îro em çima pergala Rojava wek nimûneyeke herî ber bi çav didin nîşan, sedem ev e. Di rastiyê de jî qedera me bi gelên din re ketiye nav hevdu. Ev jî rastiyeke ku kurdên li Tirkiyeyê xwe ji kurdên Rojhilat û parçeyên din bêtir nêzîkê tirkan dibînin. Ez jî çûme başûrê Kurdistanê, bi mirovên wê derê re ji bilî kurdayetiyê gelek aliyên me yên hevpar nînin; ev jî pir sirûştî ye, ji ber ku ew bi salan li gel gelê ereb jiyane, çanda erebî sirayatê wan kiriye. Pirî caran mirov di babeta xwarin û vexwarinê de jî zehmetî dikişîne. Ev ne rexneyek e, wek tesbîtekê divêt bête dîtin. Em û tirkan û gelên din jî tê de wek "goşt neynûk" nebêjim ji ber ku ev ne şubandineke rast e, ji ber ku gava neynûk dirêj dîbe tê jêkirin û avêtin. Ango kurd tenê mala xwe sazkar bike û bînayê wisa bihêle, ev heta çi radeyê dikare rast bête dîtin.
Daxwaza yekîtiya Kurdan xirab e?
Divêt em vêna qebûl bikin ku her kurd gava rengên kesk, sor û zer dibîne kelecaneke bi ser de tê. Her kurdistanî gava newayeke bi zimanê dayîka xwe dibihîse dilê wî lêdide, gava zimanê xwe serbest dibîne çavên di wî tije dibin, daxwazên kurdan ne mîliyetperwerî ye, bêrîkirin e, hisret e, rik û hêrs e, lê ev rik ne ji bo şewitandinê ye...Ev gotina min ji bo kurdên li Tirkiyeyê ango kurdên tirkiyeyî derbas dibe. Ez di çarçoveya projeya HDP ê de dibêjim ku yekîtiya bi gelên li Tirkiyeyê re merc e, lê parçeyên din ê Kurdistanê jî realîte ne, ez gava pêşketinên li Başûr jî dibînim dilê min xweş dibe, bêguman yekbûna Kurdistanê û hatincemheva kurdan jî armanceke nihaî ye. Ev ûtopîk jî be armanceke xweş e...Di roja me de ûtopîk xuya dike ji ber ku sinorên heyî bi -haha- yê ji holê ranabin. Em yekîtiya li Tirkiyeyê û li Rojava dikarin bi birayên xwe yên li parçeyên din re jî ava bikin, ev pêkan e...
Tirk çima dewleta xwe rexne nakin?
Belê mixabin wisa ye. 12 ê îlonê muxalefeta Tirkiyeyê perçiqand, kurd jî tê de gelek hêzên şoreşê têkçûn, îslama tirkperest, dibistanên îmam xetîbê û heta yên AKP ê hatin vekirin. Divêt ev xwerexnedarî bête dayîn. Hê jî ev dîtinên klîşe berdewam in, hê jî hin kes şoreşên Amerîkaya latînî û hin jî çînperest in...stratejiyeke li gorî mercên xweser ên Tirkiyeyê nehate vedîtin, lebateke li gorî wê jî dernekete holê. Riya şoreşa Tirkiyeyê di esasê de bû riya şoreşên welatên din...Ez kesên ku rexne li projeya HDP ê dikin fêm dikim, lê fêmkirin û rastdîtin du hêmanên cihê ne. Em wek gelê kurd ango şoreşgerên Kurdistanê xwedî maf in ku ji çepên tirk bixeyîdin.
Wek HDP´ê hûn çi dibînin?
Di serî de divêt em vêna baş bihizirin ku HDP ne tenê saziyeke kurdewarî ye. Ev pirçandî ye û di nav de çerkez, ermen, laz, alewî gelek kes û mirov hene. Li gorî min mercên biserketina HDP ê ya herî girîng jî ev e ku tevgerên gelan, lebatên sendîkayan, bizavên karker û xwendekaran û hewldana vejîna wan e...niha hema bigir tune ne. Akp ê ew tune kirin, yên heyî jî marjînal kirin, sendikayên xwe ava kirin, kamu sen felan bi AKP ê re ne û hikumet û dewlet heman tişt in. HDP dikare ji nû ve hişyariyekê bîne, HDP li Geziyê hat dîtin ku gel ji bo darekê jî dikare serî hilde, bajar têne talankirin, HES, bendav têne çêkirin, mirovan bêyî ku serokatiyek jî hebe serî hildan, jin divêt bê tevgerkirin, li Tirkiyeyê di ev salên dawî bi serê xwe karesatek e. Ez bi kesên ku ji kuleka mîlîyetperweriyê ve li birêz Ocalan dinêrin û rexne dikin re nikarim bêm cem hev û empatî bikim. Ji ber wê jî bi kesên ku li dijî pêngava HDP ê derdikevin re jî empatiya min nîne.
YEKO ARDIL/BRUKSEL