Di Kongeya Asayî ya 4´an de Mîthat Sancar û Pervîn Buldan weke hevserok hatin hilbijartin. Hevserokê beriya niha Sezaî Temellî jî di kongreyê de xatirê xwe ji wezîfeyên rêveber xwest û got, “Divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin”

 Pervîn Buldan: Gelê Kurd wê di vê sedsalê de qezenç bike. Gelê Kurd wê di vê sedsalê de aştiyê diyarî gelên Rojhilata Navîn bike. Ronahiya azadiyê ku li Rojava belav dibe, wê Mehabad, Silêmanî, Amed; Bexda, Enqere û Helebê jî ronî bike.

Doh Partiya Gelan a Demokrasiyê (HDP) Kongreya xwe ya 4´ê ya asayî kir. Ji seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê delege, mêvan û Kurdistaniyan berê xwe da Enqerê. Bêhtirî 30 hezar kesî bi coşeke mezin beşdarî kongreya HDP´ê bûn. Di kongreyê de delegeyan weke hevserokên partiyê Mîthat Sîncar û Pervîn Buldan hilbijart. Di kongreyê de Desteya Rêveber a ji sed kesî, Desteya Disîplînê ya Navendî ya 7 kesî û Desteya Lihevkirinê ya 5 kesî jî hatin hilbijartin.   

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Kongreya Asayî ya partiya xwe ya 4´an de axivî: “Gotin‚ Kurd nikarin bi rê ve bibin û bibijêrin’. Lê çi dikin bila bikin, Kurd wê xwe bi rê ve bibin û bibijêrin jî. Kurd wê tenê ne bajarên xwe, em ê êdî vî welatî bi rê ve bibin û em tên ku bi rê ve bibin. Gelê me li sêdarê, dema hat qirkkirin û di dema hovîtiya li zîndanan de serî netewand. Ji îro û pê ve jî em serî natewînin.”

Pervîn Buldanê di axaftina xwe de hevrêyên xwe yên girtî ji bîr nekirin û got, “Ez Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Abdullah Zeydan û Selma Irmak, Îdrîs Baluken, Aysel Tugluk Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Gultan Kişanak, Nurhayat Altun, Selçûk Mizrakli, Bekîr Kaya û gelek kesên din ku di girtîgehê de ne silav dikim. Ji birêz Abdullah Ocalan re ku mîmarê HDP’ê ye ji vir silavên xwe dişînim.”

Pervîn Buldan got, siberojeke demokratîk li Tirkiyeyê tenê bi HDP´ê mumkin e. Wê got, miletên me wê bihara demokrasiyê bînin û “Îradeya Gelan ji AKP’ê mezintir e.”

Kurd wê bêstatubûnê qebûl nekin

Pervîn Buldan bal bire ser siyaseta bê statuhiştina Kurdan jî û got, “Li Tirkiyeyê, Sûriye û li Rojhilata Navîn her tişt diguhere. Ev guhertin jî wê bi hêza demokrasiyê ya mezin a gelê Kurd û gelên pê re yên demokrasîxwaz li cihê xwe rûnê. Gelê Kurd bê statubûnê qebûl nake.”

Pervîn Buldan îşaret bi zerûrîbûna yekîtiya navmala Kurd kir û paşê jî got, gelê Kurd di vê sedsalê de wê bi ser keve: “Gelê Kurd wê di vê sedsalê de qezenç bike û di heman demê de gelên Tirkiyeyê wê qezenc bikin. Gelê Kurd wê di vê sedsalê de aştiyê diyarî gelên Rojhilata Navîn bike. Ronahiya azadiyê ku li Rojava belav dibe, wê Mehabad, Silêmanî, Amed; Bexda, Enqere û Helebê jî ronî bike.”

Zimanê me rûmeta me ye

Ji bo pirrengiyê û girîngiya zimanê dayikê jî Pervîn Buldan got, “HDP, tifaqa wan kesan e ku dixwazin bi zimanê xwe bi awayekî azad biaxivin û bi baweriya xwe bijîn. Zimanê me yê dayikê rûmet, dîrok, paşeroja me ye. Ez ji vir vê bangê dikim: Bila herkes zimanê xwe yê dayikê li her warê jiyanê bi awayekî azad biaxive.”

Di dawiyê de Pervîn Buldan got, “Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Demokrasî û aştî wê bi ser bikeve. Ez li ser navê partiya xwe we hemûyan silav dikim. Serkeftin a me ye.”

Şikandina tecrîdê erka me ye

Hevserok Sezaî Temellî jî di kongreyê de axivî û got, ‘’Di van 2 salan de li dijî tecrîda mitleq a li Imraliyê ya li dijî Rêzdar Ocalan, me bedena xwe da ber girêvên birçîbûnê. Li dijî tecrîdê me misyona aştiyê ya Rêzdar Ocalan û ramana wî ya demokratîk li her deverê got. Di serdema nû de jî şikandina tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna ji bo siberoja azad erka me ya dîrokî ye.’’

Temellî got, ‘’Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiya radîkal de divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin. Divê em bi berdewamî demokrasiya xwecih û pergala parlamenter a qeyîmkirî, biparêzin’’.

Temellî herî dawî diyar kir niha dema wê ye ku siyasetê bi rengekî xurtir bigihînin kuçeyan, taxan û meclîsan.

 

ENQERE

 
 

Ji Kurdistanê silav ji kongreyê re

   

Ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo 4’emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) peyamên piştevaniyê hatin şandin.

Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federal Mesrûr Barzanî di peyama xwe de weha dibêje: “Hêvîdar im ku kongreya we bibe wesîleya xurtbûna aştî û biratiyê û dostaniya gelan.”

Ji Herêma Kurdistanê ya Federal Tevgera Azadî jî peyam ji bo kongreyê şand û di peyama xwe de got: “Bi baweriya serketina demokrasî, azadî û gelan, em ji Başûrê Kurdistanê kongreya we silav dikin”.

Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek şand: “Em kongreya we silav dikin û hêviya serketinê ji we re dikin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Tevgera Goran, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê, Partiya Keskan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê jî peyamên piştgiriyê şandin.

Deriyê Îmraliyê vekin

Kesayetên ji qada navneteweyî beşdarî 4’emîn Kongreya Mezin a HDP’ê bûn ji beşdaran re axivîn. Destpêkê bi navê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê û Partiya Sosyalîst a Ewropayê Kadîr Kasirga axivî. Kasirga got, “Li vê erdnîgariyê gelekî xwîn rijiya, komkujî bûn. Em ji vê derê bang li yên li qesrê dikin, bang li yên li Enqereyê dikin; deriyê Îmraliyê vekin û dest bi danûstandinên aştiyê bikin.”

Serokê Koma Çep a Ewrûpaya Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tîny Kox got, “Têkoşîna we têkoşîna me ye.”

Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle jî got, “Bi navê 46 partiyên 19 welatên Ewropayê ez li vir im.

Endama Polîtburo ya FHKC’ê Leyla Xalid jî li ber çepikan dest bi axaftina xwe kir. Xalid got, “Çi karê artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Zarokên me dikuje. Gelên Sûriyeyê wê li dijî Erdogan bi ser bikevin. Bijî Filistîn, bijî Kurdistan.”

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Tifaqa Gel a Sosyalîst a Misrê Memdûh Habeşî jî got, “Bi dîtina vê tevgera gel gelekî kêfxweş im.”

 

MA/ENQERE