Di şevê de parlamenterê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Serkan Kose peyivî. Kose got, bi bikaranîna her rê û rêbazî êrîşî HDP’ê dikin û destnîşan kir ku weke sosyal demokratan ew destekê didin HDP’ê û ew ê vê desteka xwe bidomînin.
Lîderê Partiyê Çep Jonas Sjostedt jî di axaftina xwe de bibîr xist, ku ji salên 1970’yî û vir ve ew destekê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan û da zanîn ku heta Kurd bibin xwedî mafên xwe, ew ê vê desteka xwe bidomînin.
Serketina Kobanê îşaret bi cîhaneke bedewtir dike
Sjostedt da xuyakirin, ku Kurd îro ne tenê ji bo xwe ji bo pêkhatina demokrasiya li Tirkiye, Sûriye û Iraqê roleke diyarker dilîzin. Sjostedt got, “DAIŞ a faşîst, li Kobanê bi derbên giran têk çû. Ji destpêkirina şerê tirsnak ê Sûriyeyê û vir ve yekane rewşa herî erênî, serketina Kurdan a li Kobanê ye. Serketina Kobanê rêya ber bi cîhaneke bedewtir nîşan dide.”
“Dengê xwe bidin HDP´ê”
Sjostedt di dewama axaftina xwe de ragihand ku li Tirkiyeyê jî HDP, ji bo hemû gelên aştî, demokrasî û azadîxwaz; siberoja Kurd, Asûrî, Ermenî û tevahiya Tirkiyeyê dixebite û got, “Em dixwazin di 1’ê Mijdarê de hilbijartineke adîl bê kirin. Em dixwazin êrîşên li hemberî HDP’ê, rêxistinên çep û Kurdan tavilê bên sekinandin. HDP siberoja Tirkiyeyê ye.”
Sjostedt ji bo siberojeke wekhev bang li hilbijêran kir da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê.
Paşê parlamentera HDP’ê Leyla Zana, Nûnerê HDP’ê yê Swêdê Hasan Bozlak, Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, ji Partiya Keskan Kurdo Baksî, ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê Latîfe Fegan, ji Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) Huseyîn Yilmaz axivîn û bang li hilbijêran kirin da ku dengê xwe bidin HDP’ê.
STOCKHOLM