
NIHAL BAYRAM / LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT
Tora Akademisyenên Kurd Kurd-Akadê li bajarê Elmanyayê bi navê "Tirkiye: Gelo li Stenbolê siltaniyeke nû ava dibe? Gelo demokrasî hîna mumkin e?" konferansek li dar xist.
Konferans li hola civînan a Yekîtiya Sendîkayên elman DGB´ê pêk hat û di axaftina destpêkê a konferansê de parêzer û hevserokê Kurd-Akadê Mazlum Ayalp amadekariyên referandûma li ser destûra bingehîn jî wekî tehlûkeyeke aktuel bi nav kir.
Konferans li sê rûniştinan hat dabeşkirin û di rûniştina yekem de bi moderatoriya parêzer Besime Filimci dîrokzan û rojnamevan Dr. Nikolaus Brauns û parlemanterê HDP´ê Dr. Mithat Sancar weke qiseker beşdar bûn.
Kobanê HDP bi ser xist
Dr. Nikolaus Brauns di axaftina xwe de bi kurtî behsa dîroka Tirkiyeyê ya sedsalên bihurî kir û got, Tirkiyeyê serxwebûna xwe û avahiya xwe ya jeopolîtîk di serî de Emerîka firotiye hêzên derve. Di dewra dawî de jî ji ber destwerdanên AKP´ê û Erdogan di nava dewleta Tirk de du krîzan daye der: "Ya pêşî di siyaseta hundir de bû. Çalakiyên Geziyê encama vê krîzê bûn. Lê van çalakiyan nekarî xwe bigihînin nîvê civakê û ev nîv jî AKP´yî û ewên bêbiryar bûn."
Li gorî Brauns hilbijartinên Hezîrana 2015´an ji bo HDP´ê serketî bûn bi xêra berxwedana Kobanê û çalakiyên Geziyê. Dr. Brauns krîza duyem jî ji roja piştî hilbijartinan da destpêkirin, ku destpêka helwêsta Erdogan a faşîzan e. Dr. Nikolaus Brauns îşaret bi sermayeya kemalîst jî kir û got, beşek mezin ji wê, wê ji ber tirsa milkên xwe "ji neçarî ji projeya Erdogan re bibêje erê"
Prof. Dr. Mithat Sancar jî di axaftina xwe de îşaret bi sedemên daxwaza referandûma li ser guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê kir û got, tirseke mezin a Erdogan heye ku statuya xwe ya taybet ji destê xwe bide. Li gorî Sancar karên ne li rê û gendelî di vê yekê de li rêza herî serî ye. Wekî sedema duyem, sancar behsa helwêsta hikûmeta AKP´ê û Erdogan di şerê navxweyî yê Sûriyê de kir. Sancar got, Erdogan dixwest tevî Birayên Misilman li Rojhilata Navîn hegemonyayekê ava bike û ji bo vê her renfgê destekê da tundrawên qaşo Îslamî. Li gorî Sancar piştî destwerdana hêzên derve helwêsta Tirkiyeyê guherî xuya bike jî Erdogan û hikûmeta wî gunehên li dijî mirovahiyê kirine û nikarin ser vê bigirin.
Tirkiye wê ji otokrasiyê derbasî dîktatoriyê bibe
Weke sedema sêyem jî Profesor Sancar îşaret bi kavilkirina bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê kir ku ji bo xwerêveberiyê li ber xwe didan. Sancar dibêje, Erdogan pirr baş dizane, heke desthilatdariya wî ji des wî biçe, ew ê ji ber van hersê sedeman were dadgehkirin.
Sancar bi bîr xist ku bi sîstema serokatiyê re Erdogan wê hem erka qanûnsaziyê û hem jî erka birêveberiyê bixe destê xwe û ti fonksiyona parlemanê jî wê nemîne. Weke encam li gorî Sancar Tirkiye wê ji otokrasiyekê derbasî dîktatoriyekê bibe.
HDP´ê benda %10 bêmane kir
Di rûniştina duyem a konferansê de di moderatoriya siyasetvan Gökay Akbukut desparêzer û kevne-parlemanterê partiya Keskan a Elman Mehmet Kiliç û Parêzer û rojnamevan Celîl Kaya qiseker bûn.
Parêzer û rojnamevan Celîl Kaya bi bîr xist ku bi serketina hilbijartinan a HDP`ê ya Hezîrana 2015´an kiriye ku gelê Kurd li Tirkiyeyê ji bo cara yekê benda % 10 bêmane bike û piştî vê, ji ber ku erdogan ji HDP´ê tirsiya xwe nêzî MHP´ê kir û li aliyê din jî gef li MHP´ê xwarin û şantaj lê kir.
Kaya bi bîr xist ku pêşniyaza guhertina destûra bingehîn parvekirina erkan di siyaseta Tirkiyeyê de betal dike, bi ser de jî mumkin dike ku hilbijartinên serokatiyê û parlemanê di heman rojê pêk bên. Di rewşeke bi vî rengî de serokdewletê ji partiyeykê û partiya wî dikarin bi serkevin û ti kontrola parlamanî wli ser serokdewlet namîne.
Erka dadgeriyê û çapemenî jî tên bêtesîrkirin
Kaya wekî din îşaret bi selahiyeta erka huqûqê dike û dibêje serokdewlet wê karibe sê endamên HYSK´yê wezîfedar bike, parlemana ku pirranî ji partiya wî ye jî dikare sê endaman wezîfedar bike, pê re jî wezîrê dadê û musteşarê wî jî endam in. Ango pirraniya endaman pêk tînin, pê re jî erka hiqûqî bi tevahî dikare bikeve bin kontrola serokdewlet, wekî Celçîl Kaya gotî, "Erka dadgeriyê nikare rêveberiyê kontrol bike."
Kaya erka çaremîm, ango çapemeniyê ji bîr nake û dibêje, jixwe bi rêya hiqûqê ev erk tê baskokirin û her kêlî gef lê tê xwarin bi îdîayên mîna "propagandaya terorê".
Kaya dibêje çapemeniya Elman xwedî întîbayeke wisa ye ku dibêje, heger Erdogan biçe her tişt wê baş bibe; Kaya şaşbûna vê întîbayê bi bibîrxistina rewşê ya berê diçespîne û dibêje, berê jî wisa bû lê hedef Kurd û çepgir bûn, herçî niha ye, her kesa/ê li dijî Erdogan dibe hedef.
Kaya ji bo encamên muhtemel ên referandûmê jî dibêje, "Erê jî na jî cihê fikaran e, lewma Erdogan wê encama na qebûl neke." Li gorî pêşbîniya Kaya muhtemel e ku "na" derkeve hilbijartin wê pêk werin, di hilbijartinan MHP wê biteqine. AKP û Erdogan wê HDP asteng bikin û armanca wan ew e ku bi 400 parlemateran ya xwe bê referandum bi ser bixin. Di vê mijarê de Kaya bi îhtîmam îşaret bi tehlûkeya parçebûna MHP´ê û ji ber şantajê bêgaviya wê jî kir.
Siyaseta CHP´ê û serokê wê yê Giştî Kiliçdaroglu li gorî Cerlîl Kaya bê kêr e û dibêje, tevî ku ji bo parastina statukoyê û vegera li berê tercîha wê na ye, naxwaze li cem bloka ´na´yê xuya bike. Ji bo vê jî ew "ecêba" erêkirina betalkirina mafê destnedanê yê parlemanterên HDP´ê bi bîr xist û got, Kiliçdaroglu hingê gotibû, tevî ku ew dizane ev yek binpêkirina destûrê ye, ji bo ku naxwaze li cem HDP´yiyan xuya bike, ew ê vê qanûnê erê bike.
Rêbazên Erdogan ên girtina ser gendeliyê
Parêzer Mehmet Kiliç bi zimanekî tund rexne li serokwezîra Elman Angela Merkel girtin û got, wê çavê xwe miç kiriye ji komkujiyên DAIŞ´ê re. Li gorî Kiliç, bi ser vê de jî Merkel desteka Erdogan a ji bo DAIŞ´ê jî weke "pêkanînên li dijî terorê" bi nav kirine. Kiliç got, Elmanya veguheriya welatekî bikeve ber şantajê û ji bo ku hatina penaberan asteng bike, erê kiriye ku erdogan zêrevaniya seriyên sînor bike.
Di rûniştina sêyem ya bi moderatoriya şêwirmendê civakî Cihan Unlubayir qisekerên herdu rûniştinên pêşî bersiva pirsan dan. Di vê minaqeşeyê de rêbazên Erdogan ên ji bo girtina ser gendeliyên wî derketin pêş: destpêkirina avahîsaziyên bê encam, veberhênanên dem kurt ên pûç, parçekirina mixalefetê pê re jî manîpulekirina civakê, kirrîna şirketên avahîsaziyê ji bo di dest xwe de girtina potansiyela hilbijêran, parçekirina çapemeniya dijberê wî, beçeke piçûk a çavkaniyên madî ji bo xapandinê weke alîkarî dan.